Nêçîrvan Barzanî û Tayîp Erdoxan hevdîtinek kirin

Nêçîrvan Barzanî û Tayîp Erdoxan hevdîtinek kirin

Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di gel serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdoxan hevdîtinek encam da. Der barê hevdîtinan de aliyan çi daxuyaniyek fermî ranegehandin.

Serokwezîrê hikumeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi serdanek fermî pêr gehiştibû Tirkiyê û di gel wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ehmed Dawutoglu hevdîtinek pêkanî bû. Barzanî îro jî di gel serokwezîrê Tirkiyê R. Tayîp Erdoxan hevdîtinek encam da. Hevdîn li avahiya serokwezaretiya Tirkiyê pêk hat.

Hate payîn ku di hevdîtina de li ser pêwendiya her du aliyan, rewşa Îraq û Suriyê hetiye axavtin. Der barê hevdîtinan de aliyan çi daxuyaniyek nedan.

Rewanbej.net