Nerazîbûn li dijî daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar

Nerazîbûn li dijî daxuyaniya Ebdulhekîm Beşar

Derbarê karvendanên li hemberî daxuyaniya Ebdulhekêm Beşar ku gotibû peywendiyên di navbera Civata Nîtimanî ya Kurdî (ENKS) û Civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê de sekiniye û tu karekî hevbeş di navbera herdu aliyan de nemaye, Ebdulhekîm Beşar tenê nûnertiya nêrîna Yekîtiya Siyasî ya xwe dike û rast nabêje.

Di vê çarçoveyê de Mamosta Nesredîn Ibrahîm ji bo Malpera PYDRojava.Net ragihandibû ku ew nizane sedemê vê daxuyaniyê çiye? Ji ber ku rastî ne wusa ye û peywendiyên di navbera Civata Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) û Civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê baş in û baweriya me li hemberî hevdu her diçe zêdetir dibe.

Nûnerê Partiya Çep ya Kurd yê Sûriyê Fethula Husênî jî li Silêmaniyê got: Civîn, hevdîtin û peywendiyên di navbera Civata Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) û Civata Gel ya Rojavayê Kurdistan`ê de ranewestiyane û em hewl didin ku di kevana Desteya Bilind ya Kurdî (DBK) de pêş bixin ku divê herdem ew nûnertiya me bike.

Nûnerê Partiya Demokrata Kurdê Sûriyê Hoşeng Derwîş jî got: Peywendiyên di navbera Civata Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) û Civata Gel ya Rojavayê kurdistanê de stratîjî ne û dê raneweste, lewra Ebdulhekîîm Beşar tenê nûnertiya rewta xwe dike nûnertiya Civata Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) nake û em têkest dikin ku gelek partiyên Civata Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) hez dikin ku peywendiyên digel Civata Gel ya Rojavayê Kurdistanê pêş bikevin ji ber ku di dema dahatî de divê Desteya Bilind ya Kurdî (DBK ) nûnerê gelê Kurd be û Civata Nîştimanî ya Kurdî (ENKS) tevlî Kongreya Cinêv – 2 bibe.