Nerîn: Şerê vekirî

Nerîn: Şerê vekirî
Helîm Yusif
Bi avakirina odeya operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê

Bi avakirina odeya operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê, ku bi navê Artêşa Azad hate damezrandin, şerê ku berê di navbera çekdarên Cebhet el-Nusra û Hêzên Parastina Gel YPG de bû, derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax xwe dispêre paşxaneyeke siyasî. Bi awayekî ku vê yekê perde ji ser tabloya siyasî û ya çekdarî bi temamî da alî. Destpêkê, têkiliya Artêşa Azad bi awayekî fermî bi çekdarên Cebhet el-Nusra û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Sûriyê re pirr zelal bû. Beriya demekê efserekî Artêşa Azad li ser destê wan hatibû kuştin, piştî wê jî nûçeya kuştina dîndarê xiristiyan Pawlo li ser destê heman çekdaran hatibû belavkirin. Li pey wê rasterast êrişî wargeha yekîneya neviyên Muhamed, ku yekîneyeke Artêşa Azad bû li Reqqayê, kirin û ew ji hole rakirin. Bi van bûyeran re deng ji hêla Artêşa Azad ve bilind bûn û behsa girêdanên van çekdaran bi rejîmê ve hate kirin. Wisa jî ev bûyer di bin çavên mezintirîn rêxistina rikberiyê ya siyasî, Hevpeymana Niştimanî ya Sûrî, de qewimîn û pirsa ku ev rikberiya siyasî dikare van çekdaran li wê derê rawestîne yan na, hate holê.

Dîmen gava ku girêdayî hemû herêmên Sûriyê be, bi vî rengî ye. Lê, dema ku mesele dibe meseleya Kurdan û herêmên wan û şerê li hember wan, ev pîvan hemû têne guhertin û ji nişkê ve Cebhet el-Nusra jî, Dewleta Îslamî ya Iraq û Sûriyê di nav de, dibin yekîneyên Artêşa Azad û hemû bi yek destî, bi yek helwestê û bi yek hêzê tên cem hev û bi behaneya ku ewê çekdarên PKKê ji hole rakin, dest bi êrişkirina herêmên Kurdan dikin. Vê carê ji bilî yekîneyên Artêşa Azad û yên îslamî, yekîneyên cehşên kurd jî tevlî xwe kirin. Yekîneyên mîna Cebhetulekrad ya îslamî û yên Komele û Yûsif Elezma û Selahuddîn û herwisa bi wayekî eşkere çekdarên el-Qaîde cih digrin û di bin navê Artêşa Azad de xwîna Kurdan dirijînin û dixwazin dest deynin ser herêm û warên wan. Di vî şerê vekirî û eşkere de rikberiya siyasî jî piştgiriyeke bêsînor dide van hêzên çekdar û bi zanebûn geh behsa têkiliya PYDê û rejîmê dikin û geh jî tenê nave PKKê bikartînin, da ku rewabûnê bidin vî şerî.

Balkêş e ku di şerê li hember Kurdan de bi şêweyekî asayî navê Cebhet el-Nusra wekî beşekî ji Artêşa Azad derbas dibe. Li aliyê Kurdan jî dîmenê jihevbelavbûn û nelihevkirin û nakokiyên bêdawî her û her serî hildide. Ji bilî derbasbûna bi hezarên Kurdên Rojava ji bo Başûrê Kurdistanê û bandora giran ya vê koçberiyê li ser siyaseta tevgera siyasî, behsa lihevkirina di navbera partiyên Yekîtiya Siyasî ya Kurd û rêxistina Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûrî de hat kirin. Wisa jî lihevnekirina el-Partî û PYDê deriyên herêmên Kurdan li ber ba û bahozên cihê vekirî hiştin. Li hemberî odeya operasyonên bakurê Sûriyê, ku hêzên Artêşa Azad û yên îslamî û cehşên kurd anîn cem hev, pêdiviya Kurdan jî bi odeyeke hevbeş ya operasyonên siyasî û çekdarî heye, ku hemû Kurdan, bi hemû partî, rêxistin û bîrûbaweriyên cihê, bîne cem hev û li hember vî şerê vekirî û berfireh berxwedaneke berfireh, hevbeş û bi hev re bimeşînin.

Rudaw