Nîkaragua, Bolivya û Wenezûela bersiva erênî dan Edward Snowden

Nîkaragua, Bolivya û Wenezûela bersiva erênî dan Edward Snowden

Sîxorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden ji bo mafê penaberiyê serî li 21 welatên cîhanê dabû ku 13 ji van welatan yên Ewrupayê bûn. Ji van welatan Bolîvya, Nîkaragua û Wenezûellayê bersiva erênî dane Snowden.

Sixorê berî yê CIA û NSA’yê Edward Snowden beriya niha ji Emerîkayê revîbû û der barê planên îstîxbaratî yên Emerîkayê de agehî dabû ajansên nevnetwî. Agehiyên ku Snowden dabû di rojeva cîhanê de cihekî berfereh girtibû. Snowden ji bo mafê penaberiyê bigre serî li 21 welatên cîhanê dabû ku 13 ji van welatan yên Ewrûpayê bûn. Lê Bolîvya, Nîkaragûa û Wenezûellayê daxwaza sîxorê berî yê êmerîkî erênî pêşwazî kir. Navê 3 welatên ku Snowden serî lê daye jî ji bo Emerîka astengiyan dirust neke nehate aşkira kirin.

Serok komarê Bolîvyayê Evo Morales diyar kir ku Bolîvya ji Emerîka û hevkarên wê natirse û heger Snowden bixwaze dikare li welatê wan bi cîh bibe.

Serok komarê Nîkaraguayê Danîle Ortagayê jî da zanîn ku heger şert û merc gucaw bin ew şanazî pê dikin ku Snowden li welatê xwe bihewînin. Ortega got ku ewan di vê der barê de agehî dane balyozê xwe yê Moskowayê jî.

Serok komarê Wenezûellayê Nîcolas Maduro jî di roja serxwebûnê de axivî û diyar kir ku ji bo ciwanê Emerîkî di bin gef û zexta împaratoriya Emerîkayê de rizgar bikin mafê penaberiyê didin Snowden.