Nivîskar Elî Eşref Derwêşiyan wefat kir 

Nivîskar Elî Eşref Derwêşiyan wefat kir 

 

Nivîskarê navdarê kurd Elî Eşref Derwêşiyan îro 26.10.2017\'ê di temenê 76 saliyê de bi sedema nexweşiyê wefat kir. 
Navbirî di qada edebiyat, lêkolîn û komkirina çîrokên gelêrî ya Îran û kurdî de yek ji navên naskirî bû û bi dehan berhemên wî di wan waran de hene. 
Derwêşiyan di sala 1941\'ê de di malbateke kirêkar de li taxa Abşûran a bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bibû. Piştî qedandina xwendinê li gundên derdora Kirmanşan û Gilan a Rojava mamostetî kir. Di sala 1966\'ê de li zanîngeha Tehranê dest bi xwendina edebiyata farsî kir. 
Ji endamên Civata Nivîskarên Iranê bû û di serdema şah û piştî vê jî ji ber nivîsên xwe gelek caran hatibe binçav û nivîsandin jê re hate qedexe kirin. 
Mijara çîrok, berhem û nivîsên Derwêşiyan jiyana çînên bindest yên civaka Kurdistan û Îranê ye, herwiha beşek jî berhemên wî jî beşek ji jiyana civakî ya wî radixe berçavan.