Nîvîskarê Girtî Hasîp Yanliç di Beşa Çîrokê de Bû Yekemîn

Nîvîskarê Girtî Hasîp Yanliç di Beşa Çîrokê de Bû Yekemîn

Endamê PEN\'a Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd Hasîp Yanliç ku beriya meheke hate girtin, li Rojava di pêşbirkara beşa çîrokan de wekî yekemîn hate hilbijartin û şayanê xelatê hat dîtin.

Endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên kurd Hasip Yanliç ku beriya meheke bi hinceta \"Endamtîya rêxistinê” û bi sedema sirûda netewî ya kurd \"Ey Reqîb”weke sirûda PKKê hate nişandan hate girtin, li Rojava şayanê xelatê hate dîtin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk ya Rojavayê Kurdistanê, di mîhrîcana duyemîn a Ş.Viyan Amara ya li Kobanê de di pêşbirka beşa çîrokan de, çîroka Nivîskar Yanliç wekî yekemîn hate hilbijartin.

Komîteyê ji bo xelatê xwe wer bigire Yanliç vexwend Kobanê, lê ji ber ku Yanliç di girtîgehê tê girtin nekarîbû xelata xwe werbigire.

Komiteye di malpera xwe ya facebookê de navên şayanê xelatê hatin parvekir

Encamên dawî yên festîvala duyemîn a Ş.Viyan Amara li kobanê;

Çîrok:
1_Hesîb Yanliç -Bakurê kuristanê
2_Roj Agir --Bakurê kurdistanê
3_Narîman Evdikê-Rojavayê Kurdistanê\"Serêkaniyê\"

Çi bibû?

Nivîskarê kurd Hasîp Yanliç di 13’ê Tirmehê di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Dadgeh, sedema girtina Yanliç jî wekî siruda netewî ya Kurd “Ey Reqîb” nîşan dabû û wiha gotibû \"Her çiqas gumanbar Hasip Yanliç sûcê xwe qebul neke jî di hevdîtina telefonê de gotîye “wê hînî qaşo sirûda rêxistinê ey bike…\"

 

Jêderk: 1haberbar.com