NSA Tenê ji sedî 1,6’ê agehiyên li ser înternetê lêkolîn dike

NSA Tenê ji sedî 1,6’ê agehiyên li ser înternetê lêkolîn dike

Lêkolînên NSA û CIA yên li ser înternetê li tevahî welatên cîhanê û her weha li Emerîkayê jî rastê kardaneweyek tund hat. Bi teybet piştî ku sîxorê berê yê NSA’yê Edward Snowden belgenameyên guhdarkirina welatan weşand qeyranek di navbera welatên cuda yên cîhanê û Emerîkayê de peyda bû.

Meclîsa Nûneran ya Emerîkayê û gelê Emerîkayê jî li hember vê yekê nerazîbûna xwe berdeam nîşan didin. Serok dewletê Emerîkayê Barack Obama daxuyand ku ew dê operasyonên NSA û CIA yê kêm bikin.

Li Emerîkayê gel ji guhdarkirin û şopandina ser înternetê ya NSA û CIA’yê neraziye. Barack Obama daxuyand ku ew dê payeya şopandina îstîxbaratê yê Komîteya Çavdêriya Îstîxbaratê kêm bikin. Lê Obama dibêje operasyonên ku NSA dike rewa ne.

Li go nûçeya rojnameya Emerîkî Huffington Post Barack Obama ji bo hind guhertinan pêşniyaz şandiye Komîteya Çavdêriya Îstîxbaratê ya Emerîkayê. Di vê pêşniyaznameyê de dihête gotin ku NSA dikare ji bo ewlekariya welat şopandin û guhdarkirinan bike. Di pêşniyaznameyê de raportek jî heye û li gor vê raportê NSA tenê ji sedî 1.6’ê agehiyên li înternetê dişopîne.

Di raportê de dihête gotin ku piştî rûdana 11 îlona 2001’an hikumeta Emerîkayê ji bo kêmasiyên xwe yên îstîxbarî dagre hind rêbaz û bername pêş xistin. Li gor vê jî koordînasyona îstîxbarata derve û ya navxweyî hate bi hêz kirin. Agehiyên hatine kom kirin ji hev hatine bijartin û yên mane jî ji bo NSA’yê hatine şandin.  Li gor raportê rojane li ser înternetê 1.826 petabyte agehî dihêne belav kirin. NSA tenê ji sedî 1.6’ê van agehiyan dubare werdigre û dişopîne. Bi gotinek din ji milyonek kesan tenê agehiya kesekê dihête şopandin û çavderîkirin.