NSA vê carê bi computera Kuantum desthilatiya xwe bilind dike

NSA vê carê bi computera Kuantum desthilatiya xwe bilind dike

Nêrînekî balkêş ya nû ji bo Saziya Ewlekariya Netewî ya Emerîka derkete holê. Rojnameya navdar ya Emerîkî Washington Post ragihand ku NSA(Saziya Ewlekariya Netewî ya Emerîka) li ser computereka herî pêşketî ya ku karibê hemî nihêniyên heyî bişkîne û têkevê her deverê kar dike. Ev computerên ku qala wan tê kirin, tê gotin ku dê ne bi pergala asayî ya computeran kar bike lê belê dê bi zeyn û bîr a Kuantum kar bikin. Ev computerên Kuantum jî, tê gotin ku dê karibe computerên bi taybet tê parestin yên hikumeta, yên benqa û projeyên lêkolînê yên berfireh bidest bixe û nihêniyê wan bişkîne.

Li gorî belgeyên ku karmendê kevin yê NSA yê Edward Snowden aşkire kirî, ev karê computerên Kuantum parçeyê karekî mezine ku nêzîkî 80 milyon dolar lê tê xerckirin. Ev kar û proje di kîjan astêdeye û gihiştiye kîjan pileyê hîna ne diyare.

Şûna Fizîka risen vê carê Kuantum

Şûna fizîka risen û klasîk vê carê di van computeran de dê zeyna Kuantum bête bikaranîn. Computerên Kuantum dê li gorî computerên dîtir dê çend qatî leztirbin. Ji ber ku ev computerana gelek lez û bihêzin tê gotin ku wê demê şikandina nihêniya û kefina deverên ewle dê asantirbe.

Bi salane li gelik welatên wekî Elmanya û Siwîsre jî li ser van karana ji aliyê zanayan ve lêkolîn têne kirin. Ji bo çêkirina computera Kuantum kar tê kirin lê hetanî neha tenê di warê nêzîn û dazanînê de gav hatine avêtin.

Li gorî rojnama Washington Post ê di nav zanistan de asta ku NSA gihiştiyê de hertim tête axaftin. Her çend asta ku NSA gihiştiyê de neyête zanîn jî tê gotin ku kar û projeyên Emerîka û Siwêd di nava pêşbirkekê de pêş  dikevin.
Ji Enstîtuya Teknolojiyê ya Massachusetts Profesor Scott Aaronson diyar kir ku “Bêyî ku heya kesekî jê hebê zehmete ku NSA bi serê xwe evqas têkevê pêş cîhanê de.”