Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Misrê bi Birayên Misliman re hevdîtinek kir

Nûnerê Yekîtiya Ewropayê li Misrê bi Birayên Misliman re hevdîtinek kir

Nûnerê polîtîkayên derve yê Yekitiya Ewropayê Catherine Ashton bi serdaneke fermî gehişte paytexta Misirê Qahîreyê û di gel rêveberin rêxistina Birayên Misliman hevdîtinek encam da.

Di hevdîtinê de serok wezirê ku ji wezîfeyê hatiye girtin Hişam Qendîl û payebilindê rêxistinê Amr Dereq amade bûn. Hevdîtina di nevbera aliyan de bi qasê 45 xulekan ajot. Piştî hevdîtinê Dereq daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku ji bo çareseriya qeyrana li welat çi pêngevek nû nehatiye avêtin. Dereq diyar kir ku ji xwe ew li benda harîkariya ji çi kesî nînin û got: ’Me tenê pişta xwe spartiye xwe’.

Di çapemeniya cîhanê de li ser vê hevdîtinê şirove hatin kirin û hate diyarkirin ku Birayên Misliman harîkariya ku hêvî dikirin ji nûnerê Ewropa jî peyda nekirin.

Rewanbêj.com