NY 20’ê vê mehê hikûmet û mixalefetê vedixwîne Cenevre-2

NY 20’ê vê mehê hikûmet û mixalefetê vedixwîne Cenevre-2

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY), Ban Ki Moon, ragehand ku ew dê opozîsyon û hikûmeta Sûriyê, 20’ê vê mehê bi fermî bo civîna Cenevre-2 vexwînin.

Li gorî rojnameya el-Hayat çapa Londonê, Ban Ki Monn got ku di 20’ê Kanûnê de NY dê aliyên opozîsyonê û hikûmeta Sûriyê, bi fermî ji bo Cenevre -2 vexwîne.

Civîna çareserkirina krîza Sûriyê ku bi nave Cenevre-2 tê naskirin, dê di 22’ê Çileya 2014’an de bê lidarxistin.

Herwiha Sekreterê Giştî yê NY’ê ragehand ku ew dê îro (08.12.2013) ligel Nûnerê Navdewletî û Erebî li Sûriyê Exzer Ibrahmî bicive, û naveroka civîna Cenevre-2 bi hevre gotûbêj bikin. Ban Ki Moon tekez kir ku NY dê ji bo avakirina hikûmeteke veguhêz bi desthilateke temam li Sûriyê, kar bike.

Berî niha her yek ji rejîma Sûriyê û Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê ragehandibûn ku ewê bi şandeke fermî tevlî Cenevre-2 bibin. Hevpeymaniya Opozîsyona Sûriyê tekez kiriye ku pêwîste armanca Cenevre-2 nemane Esed li ser desthilatê û avakirina hikûmeteke veguhêz bi desthilateke temam be.

Lê roja (04.12.2013) Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyê Umran el-Zohbî gotibû ku; “Eger hinek di wê bawriyê de ne ku hikûmet wê tevlî civîna Cenevre-2 bibe ji bo ku kilîtên Şamê radest bike, wê demê em tevlî civînê nabin. Herwiha Beşar Esed dê li ser desthilatê bimîne û qonaxa veguhêz a desthilatê birêve bibe.’’