NY di mijara çekên kimyewî de bi Suriyê re li hev hat

NY di mijara çekên kimyewî de bi Suriyê re li hev hat

Rawêjkariya Neteweyên Yekbûyî beyan kir ku li Suriyê di mijara lêkolîna çekên kîmyewî de li gel rêveberiya Şamê li hev hatine.

Koma lêkolîna çekên kîmyewî ya Neteweyên Yekbûyî li şamê bi cîgirê serokdewlet, wezîrê karê derve û cîgirên wî re hevdîtin encam dan. Li ser van hevdîtina Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek nivîskî belav kir û da zanîn ku koma lêkolînê rojên 24-25’ê Tîrmehê serdana Şamê kirine. Di encama vê serdanê de bi rêvebirên Suriyê re hevdîtin pêkanîne û mijara çekên kimyewî hatiye nîqaş kirin.

Daxuyanî dibêje: ’Di encama nîqaşên berfereh di astek pêş de li hevahatin çêbûye. Dê li Suriyê di lêkolîna derbarê çekên kimyewî de çê bibe’. Lê belê nehate gotin ka dê kengî û li kê derê lêkolîn bihêne kirin.

Rewanbej.net