NY: Rola grûpên radîkal li Sûriyê zêde dibe

NY: Rola grûpên radîkal li Sûriyê zêde dibe

Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyariya bihêzbûna rola grûpên radîkal li nava opozîsyona Sûriyê da.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY Martin Nesirky ragihand ku belavbûna çekdarên radîkal di nava opozîsyona Sûriyê de ne diyardeyeke nû ye, ji ber vê yekê çend welatên Rojava alîkariyên xwe ji bo opozîsyonê rawestandine.

Nesirky duh (12.12.2013) di hevpeyvnekê ajansa Itartas a rusî de got “Zêdebûna şer û pevçûnan li Sûriyê ne di berjewendiya ti aliyekî de ye”.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê NY derbarê beşdarîkirina opozîsyona Sûriyê di kongreya Cenêv2 de diyar kir ku pêweîste opozîsyon bi xwe endamên şanda xwe di Cenêv2 de diyar bike wiha got “Divî şanda opozîsyona Sûriyê yak u tevlî Cenêv2 bibe yekgirtî be”.

Martin Nesirky da zanîn ku kongreya Cenêv2 ne tenê dê rojekê bimîne, lê ewê wek proseyekê berdewam bibe û hêvî xwest ku aliyên beşdar bikaribin piraniya dozên girêdayê krîza Sûriyê di kongreyê de çareser bikin.

Biryar e kongreya Cenêv2 du 22yê çileya sala 2014an de di bin çavdêriya Amerîka û Rûsya de bê lidarxistin.

Her yek ji rejîm û opozîsyona Sûriyê gotine ku ewê tevlî Cenêv2 bibin.

Lê heta niha nediyare bê opozîsyonê wê bikaribe bi şandekê tevlî kongreyê bibe yan na, ji ber ku gelek grûpên opozîsyonê hene û piraniya wan jî li hev nakin.

Rudaw