Ocalan balê dikêşe ser civîna yekem ya piştî hilbijartinan

Ocalan balê dikêşe ser civîna yekem ya piştî hilbijartinan

Şanda BDP û HDP’ê ku doh çûne Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin, diyar kirin ku Ocalan gotiye, her çend bi dewletê re muzakere pêk nehatine jî, lê dîsan ew bi hêviye. Şandê da zanîn ku Ocalan gotiye ew dê Nevrozê daxuyaniyekê dîrokî bide ku li nameya Newroza Amedê de bê xwendin.

Şanda ku ji parlamenterên Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Idrîs Baluken û Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sirri Sûreyya Onder pêk dihat, çûn Îmralî û bi Rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkanîn. Şandê piştî hevdîtinê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek nivîskî weşandin.

Şandê diyar kir ku civîna li gel Ocalan nêzî 3 seatan berdewam kiriye. Ocalan di civînê de diyar kiriye ku di hevdîtina dawî ya bi şanda dewletê re kiriye baş derbaz bûye. Ocalan diyar kiriye ku her çendî ji pêvajoya diyalogê derbazî pêvajoya muzakereyan ne bûye jî, lê dîsan ew bi hêviye. Ocalan diyar kiriye ku wê di der barê pêvajoyê de daxuyaniyekê giring bide û ew jî dê 21’ê Adarê li Newroza Amedê de de bête xwendin.

Şandê diyar kir ku Ocalan xwestiye pêwîste dewlet sudên sala dawî ya ku bê şer derbasbûye bibîne û li gor wê tev bigere. Ocalan gotiye ku pirsgirêkên hene, tenê di çerçeveya mûzakereyan  û bi zagonên ku bên derxistin wê bi dawî bibe, mekanîka darbeya û astengiyên li pêşiya demokratîkbuna Tirkiye jî tenê wisa dikarin bên tûne kirin.”

Şandê diyar kir ku, di derbarê êrîşên li ser HDP’ê de Ocalan ev tişt gotine; “Kesên ku aşitî û siyaseta demokratîk dixwazin li ser vî bingehî kedê didin erîşên dawî li ser siyasetmedarên HDP’ê nayên qebul kirin, carek din pêwîste herkes qîmetê aşitî bi zanibin û bibîrbixin. Li vêderê berpirsyariya  ku dikeve ser milê hikûmetê jî evin; heger ne dinava van êrîşan de bin, pêwîste ev parçeyên gladyo bi lez tûne bikin. Li dijî van hemû êrîşa beramberî pêvajoyê  ku astengi dikin û nayên qebûlkirin. Hemû derdorên demokratîk û gelême pêwîste tedbîr bigrin. Li ser vî esasî hilbijartinên herêmî ku nêz dibin dinava aşitî û bi rastiya ku referandumeke, di serîde bernamzet  û hemû kesên demokratîk , saziyên me û gelême pêwîste seferber bibin.”

Ji aliyê din ve Cîgira Serokê koma BDP’ê Bûldan jî diyar kir ku Ocalan girîngiyeke mezin dide civîna pêşî ya piştî hilbijartinan û diyar kiriye ku gavên destpêkê yên ji bo çarçoveya qanûnî wê di vê civînê de bêne axivîn. Bûldan da zanîn ku Ocalan 8 sernavên ji bo ’Qanûna Çarçoveya Muzakere’ beriya niha diyar kiribû, weke ’cewhera çarçoveya qanûnî’ dinirxîne û destnîşan kir ku Ocalan ji Qendîlê re jî nameyek ji 12 rûpelan nivîsandiye.

Bûldan der barê hevdîtinê de ji Ajansa Firatê re axivî û got, “Birêz Ocalan diyar kir ku hevdîtina bi şanda dewletê re erênî derbas bûye. Ji gotina ’Heta 30’ê Adarê, heta hilbijartinan ezê bisekinim’ wêdetir, anî ziman ku pêvajoya diyalogê qediyaye lê belê muzakereyê destpê nekiriye; ew jî wê di hevdîtina pêşî ya piştî hilbijartinan bê nirxandin.” Bûldan da zanîn ku gavên destpêkê yên ji bo peymana ’çarçoveya qanûnî’ wê di civîna pêşî ya piştî hilbijartinan de bên avêtin.

Bûldan da xuyakirin ku Ocalan diyar kiriye ku hevdîtina bingehîn a girîng wê heman piştî hilbijartinan were kirin û got, “Birêz Ocalan destnîşan kir ku her kesî giranî daniye ser hilbijartinan û her çend hişyariya ’divê pêvajo nebe qurbanê hilbijartinan’ jî, bi awayekî xwezayî pêvajo ji piştî hilbijartinan re maye. Birêz Ocalan got, ’Di civîna pêşî de êdî emê dest bi axaftina şertên çarçoveya vê ya qanûnî bikin.””

 

Bûldan ragihand ku Ocalan 8 sernavên ji bo “Qanûna Çarçoveyê ya Muzakereyê’ yên beriya niha aşkera kiribû weke ’cewhera çarçoveya qanûnî’ aniye ziman û got, “Di çarçoveya van her 8 sernavan de wê civînek bê lidarxistin ku alî beşdarî vê çarçoveyê bibin. Birêz Ocalan got, ’Bi vê qanûna were derxistin re wê Tirkiyeya nû derkeve holê û pêşî li Tirkiyeyê vebe.”

Bûldan diyar kir ku Ocalan hilbijartin weke ’referandûma ji bo aştî û çareseriyê’ binav kiriye û ev xal destnîşan kir: “Hilbijartinên herêmî yên nêz dibin, ji aliyê aştî û çareseriyê ve xwedî wesfa referandûmê ne. Pêvajoyeke girîng e. Divê bi rastiya referandûmê nêzîkatî were nîşandan. Ji ber ku em di pêvajoya aştiyê de ne, di pêvajoya muzakereyê de ne, ev hilbijartin hem ji bo Kurdan hem jî ji bo gelên Tirkiyeyê gelekî girîng e. Yanî hem ji bo BDP’ê hem jî ji bo HDP’ê girîng e. Pêwîste bi vê hestiyarî û berpirsyariyê rabin. Bi taybetî jî bernamzetên ku nebûne namzet hîn bêtir giraniyê bidin vê pêvajoyê, bixebitin. Divê hemû saziyên demokratîk jî bi vî rengî nêzîk bibin. Wezîfeya berpirsyariya mezin dikeve ser milê jinan, ciwanan, saziyên demokratîk.”