Ocalan: Divê ji bo hevdîtinan mekanîzmayek bête danan

Parlamenterê BDP’ê İdrîs Balûken der barê hûrdekariyên hevdîtina li Îmralî ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de axivî û got ku Ocalan xwestiye muzakereyên kûr destpê bikin. Her wiha Balûken diyar kir ku Ocalan helwesta hikûmetê jî rexne kiriye û gotiye ji bo derbazî muzakereyên kûr bibin jî pêwîstî bi avakirina mekanîzmayekê heye. Balûken dazanîn ku Ocalan ji pêvajoyê bihêviye.
Nûnerê koma BDP’ê İdrîs Balûken der barê hevdîtina dawî ya Îmraliyê de ji Stêrk TV re axivî. Balûken da zanîn ku Ocalan diyar kiriye ku ji bo pêşdeçûna pêvajoyê ew xebatên xwe berdewam dike. Ocalan diyar kiriye ku di encama van xebatan de heta radeyekê pêşde çûne û ji bo çareserkirina pirsgirêkê jî bingehek girîng hatiye danîn. Ocalan gotiye mixabin hikûmet yek alî nêzîk dibe, tenê ji bo ji hilbijartinan sûd werbigre nêzîk dibe. Eve jî astengiyan li pêşiya pêvajoyê çêdike.
Balûken got: “Birêz Ocalan diyar kir ku xebatên salekê hatine kirin rol û mîsyona xwe temam kiriye. Ji ber vê jî divê pêvajoya muzakereyên kûr destpê bike. Pêwîste hikûmet jî bi lez nêzîkatiya xwe ya cidî nîşan bide û hinek xebatan bike.”
Balûken dazanîn ku Ocalan gotiye helwesta hikumetê ne ya çareserkirina pirsgirêkane û wan bendewarî pêşwazî nekirine. Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêşniyarên xwe pêşkêşî berpirsên dewletê kiriye û ew çaverêye ku dewlet jî bersivek zelal bide. Balûken diyar kir ku Ocalan girîngiyê dide hevdîtinên xwe yên bi berpirsên dewletê re, lê belê heta niha ji bo pêşniyaran çi bersivek nedane.
Balûken got ku Ocalan ji nêz ve rewşa Rojava dişopîne û pêşniyar kiriye ku ji bo êrîşên komên El Qaîde bihêne şermezar kirin, li Amedê civînek bi navê Kongreya Îslama Demokratîk pêk bihêt. Ocalan gotiye di kongreyê de cewherê Îslamê, felsefeya wê, cewherê ol û fazîletê bihête gotubêj kirin.