Ocalan: Divê pêvajo bi formatek nû bimeşe

Ocalan: Divê pêvajo bi formatek nû bimeşe

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nerînên xwe yên der barê pêvajoyê de ku bi meraq dihate çaverê kirin, diyar kir. Ocalan xwest her du alî jî cidî nêzîkê pêvajoyê bibin û got: ’Ji bo muzakereyên berfireh divê dewlet amûr û derfetan biafirîne û ev yek ji bo pêşketina pêvajoyê pêwîstiyek e.’

Pêvajoya aşitî ya Bakûrê Kurdistanê, bi daxuyaniya dawî ya KCK’ê ya biryara rawestandina paşde vekêşandina hêzên gerîla ji nûve sînyalê qeyranekê dida. KCK’ê îdîa dikir ku hikûmeta AKP’ê gavên pêwîst navêje û siyaseta mijûl kirinê dimeşîne. Ji ber wê ew jî helwesta xwe diguherin.

Aliyê hikûmetê jî li hember daxuyaniyên KCK’ê diyar dikirin ku pêvajo dimeşe. PKK ji xwe hêzên xwe dernexistine. Heger bi gef nêzîk bibin ew dê ya pêwîst bikin. Her weha îdîa dikirin ku PKK li gor gotinên Ocalan nameşe.

Piştî vê xetimînê BDP bi lez daxwaza çûna Îmraliyê kir û ji bo berdewam kirina pêvajoyê giringiya nêrînên Ocalan dest nîşan kir. Ji ber vê awir tev de zivirîbûn ser hevdîtina îro.

Îro şandeya BDP’ê, çû Îmraliyê û vegeriya. Piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re pêk anî li ser navê Ocalan daxuyaniyek belav kir. Şandeyê diyar kir ku Ocalan gotiye ku eve saleke wan pêvajoya diyalogê dane destpêkirin û divê ji vir û pêve pêvajo veguhere formateke nû. Ocalan gotiye divê pêvajo veguhere muzakereyên bi wate û hevdîtin berfireh bibin û bidomin.

Demirtaş diyar kir ku Ocalan di peyama xwe de silavên xwe ji raya giştî re şandiye û wiha gotiye: “Me beriya salekê pêvajoya diyalogê daye destpêkirin. Ez wisa difikirim ku divê ji vir pêve pêvajo veguhere formateke nû. Yanê veguhere muzakereyên bi wate, berfireh bibin û bidomin. Ji bo muzakereyeke watedar, min têra xwe derfet û amûr da dewletê û Qendîlê. Bi taybet jî ji bo muzakere berfireh bibin divê dewlet amûr û derfetan biafirîne û ev yek ji bo pêşketina pêvajoyê pêwîstiyek e. Ji rastiya ku ancax dikarin bi vî rengî pêşî li çareseriyê vekin. Hêviya min ewe ku hikûmet cidî nêzî mijarê bibe û cidî bigire dest. Ez dixwazim ragihînim ku di vê qonaxê de parastina agirbestê ji bo min watedar e. Em hemû di ferqê de ne ku pêvajoyeke pir watedar e. Lê em hemû dizanin ku pêvajo bi qasî watedar e, ewqas jî dijwar derbas dibe. Ger di çarçoveya fikir û pêşniyarên min de zehmetî bên derbaskirin, em dikarin pêvajoyê veguherînin formateke nû, bi muzakereyên berfireh pêvajoyê berdewam bikin. Ez bi girêdana xwe ya azadî, demokrasî û aştiyê, ji hemû kesî re ji dil û can hezkirin û silavên xwe dişînim.”

Demirtaş diyar kir ku dê paşî der barê hevdîtina xwe de daxuyaniyeke berfireh bidin.