Ocalan: Ez dê nêrînên xwe di 15’ê Cotmehê aşkira bikim

Ocalan: Ez dê nêrînên xwe di 15’ê Cotmehê aşkira bikim

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kir ku çi pêwendiyek wan bi vê paketa demokratîkbûnê ya Erdogan aşkira kiribû re nîne. Ocalan got ku dî vê qonaxê de tişetê ku bîhête kirin jî nîne lê ew dê nêrînen xwe di 15’ê Cotmehê aşkera bike.

Îro xizmên girtiyên girava Îmraliyê çûne giravê û hevdîtin encam dan. Birayê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xîzmên din yên girtiyên li Îmraliyê serê sibê çûne giravê. Malbat piştî hevdîtinan vegeriyane Gemlîkê.

Di vegerê de birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan daxuyand ku Ocalan gotiye ewî berî jî diyar kiriye ku yê pêvajoyê dimeşîne BDP ye. Her weha der barê pakêta demokratîkbûnê de ya ku di 30 Îlonê ji aliyê serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ve hatibû aşkira kirin jî Mehmet Ocalan got: ’Birayê min Ocalan, gotibû ’tu eleqeya me û pakêtê bi hev tune ye. Ev pakêt ji aliyê hikûmet û dewletê ve hatiye amadekirin. Di van şert û mercan de tiştekî ez bikim tune ye. Ez dê fikr û ramanê xwe di 15’ê Cotmehê de parve bikim’ Tiştê ku birayê mîn bo me vegot ev hinde ye.’