Ocalan jı bo muzakereyan çaverêya hikûmetê ye

Ocalan jı bo muzakereyan çaverêya hikûmetê ye

Rêberê PKK ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji bo muzakereyan çaverêya hîkûmeta AKP ê ye û ew ji pêvajoyê bi hêvî ye

Şandeya BDP îro çû Îmraliyê û digel Rêberê PKK Abdullah Ocalan hevdîtin pêkanî. Pîştî hevdîtinê parlamentera BDP Perwîn Buldan der barê hevdîtinê de axivî û  diyar kir ku Ocalan gotiye heta niha tu gav nehatine avêtin û ji bo muzakereya watedar pêk bên divê hikûmet gavan bavêje û vê banga xwejî  dubare dike.

Şandeya BDP’ê ku ji Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk dihat îro çûn Îrmaliyê û piştî ji Îmraliyê vegeriya daxuyanî dane Stêrk TV. Li ser navê şandeyê Seroka Koma BDP’ê Pervîn Buldan axivî û wiha got: “Me îro digel birêz Ocalan hevdîtin pêk anî. Demîrtaş ji heyetê hat derxistin. Ji ber wê li şûna Demîrtaş, Îdrîs Baluken tev li heyetê bû. Me nêzî 2 saet û nîvan hevdîtin pêkanî. Ocalan cejna gel pîroz kir. Der barê pêvajoyê de nirxandin kirin û got ku eve 4 salin di nava hewldanekê de ye. Eve saleke jî hevdîtinan dike.

Buldan got ku Ocalan gotiye ku evan hewldan û xebatên civak aramkiriye û lê belê hêjta jî pirsgirêkên mezinli pêş wî rawestiyane û divê yek bi yek bên çareserkirin. Buldan got ku xebata wî berdewam dike. Ji bo muzakereya bi wate û kur li benda bersîva hikûmetê ye. Ocalan xwest dem neyê windakirin û hikûmet bersîvê bide wî. Xwest êdî ev hevdîtin vegere muzakereyên bi wate. Buldan got: ”Birêz Ocalan da zanîn ku ne rest ne jî bersîv hatiye dayîn. Ji bo pev pêvajo heviyan neşkine daxwaza xwe ya çareseriyê dubare kir. Birêz Ocalan, li dijî çeteyên ku li Rojava pêş dikevin bang li kongreya Îslama Demokratîk kir. Ji bo li dijî çeteyên li Rojava pêk tê xwest kongre li Amedê pêk bê. Xwest xebatên Hz. Muhamed mînak bên girtin û li gorî Ruhê Şêx Saît xebat bên meşandin”.