Ocalan nameyek 17 rûpelî ji Qendîl re dişîne

Ocalan nameyek 17 rûpelî ji Qendîl re dişîne

Hat zanîn, rêberê PKKê Abdullah Ocalan nameyek ku ji 17 rûpelan pêk tê ji Qendîlê re amade kiriye û dê ji aliyê karmendên MÎTê ve radestî berpirsên BDPê bê kirin, her wiha 7 wêneyên Ocalan jî gihîştine destê BDPê.

Şanda BDPê ku ji hevserokê BDPê Selahedîn Demîrtaş û parlamentera wê partiyê Pervîn Bûldan pêk dihat, duh (15.09.2013) serdana girtîgeha Îmraliyê kirin û digel Ocalan hevdîtin pêk anîn.

Piştî hevdîtinê, Demîrtaş peyama Ocalan xwend û ragihand ku Ocalan daxwaza muzakereyên berfireh ji dewletê kiriye û li ser parastina agirbestê jî têkez kiriye.

Li gorî rojnameya Yenî Şafak a Tirkiyê, Ocalan ji Demîrtaş û Bûldan re gotiye ku nameyek ji Qendîlê re amade kiriye û dê roja sêşemê (17.09.2013) radestî berpirsên BDPê bê kirin da ku ew bigihînin destê rayedarên PKKê yên li Qendîlê. Di nûçeyê de hatiye gotin ku herî dereng name dê roja 18ê Îlonê bigihîje Qendîl.

Li gorî nûçeyê, di hevdîtina duh de her wiha hinek wêneyên Ocalan ên ku di hevdîtina berê de bi şanda BDPê re hatibû kişandin, radestî şanda BDPê hatine kirin. Hat gotin dema şanda BDPê name birin Qendîl dê wan wêneyan jî bi xwe re bibin.

Ji roja ku Ocalan hatiye girtin ve heta niha tu wêneyeke wî nehatiye belavkirin.

Cîgirê serokwezîrê Tirkiyê Bulent Arinç jî beriya niha gotibû, di hevdîtina vê carê de Ocalan dê ji Qendîl, Tirkiye û Ewrûpayê re nameyan bişîne.

Rudaw