Ocalan:Qonaxa yekem 15 Cotmehê bi dawî hat

Ocalan:Qonaxa yekem 15 Cotmehê bi dawî hat

Piştî ku duhî Mihemed Ocalan bo hevdîtina digel birayê xwe Ebdula Ocalan rêberê PKK serdana Greva Îmralî kir û vegeriya bersiva pirsyarên rojnamevanan da û got: Ebdula Ocalan gotiye: Proseya ku heyama salekê berdewam 15 Cotmehê bi dawî bûye wate Qonaxa yekem ya proseyê bi dawî hatiye. Li ser pirsyara rojnamevanekî ku dibêje: Nûrîna Ocalan li ser awayê birêveçûna proseyê çiye, got: Ebdula Ocalan kêfxweşiya xwe diyar kiriye ku di heyama salekê de ne gerîla ne jî serbazek hatine kuştin. Mihemed Ocalan li ser pirsyarên Gelo ev prose berbi kuve diçe got: Ez nizanim dê prose çawa birêve biçe û eger hûn vê pirsyarê ji wan aliyên ku proseyê birêve dibin bikin dê baştir û exlaqîtir be.