Ol û civaka Kurdî

Govar Ehmed
Ji ber ku axvtina li ser ol û civakê gelek hestiyare û her weha gelek pêwîst û giringe jî lewma ez dê vê vexwendina xwe ji pirsa navberi ra taybet bikim.
Beriya her tiştî divê em vê rastiyê bizanin ku dîroka mirovahiyê gelek kevintire ji ya ola û bi giştî û olên niha xudan bandorin ser ruyê zewî bi taybetî. Bi wateyek din mirov û civak berya olan hebûn û dê gelek piştî nemana olan jî her bimînin.
Xaleka balkêş jî ewe ku pêwîste em jibîr nekin, ew jî, her olek di dema xwe de di nava civaka xwe xizimeteka mezin gehandiye mirov û civakên derdora xwe jî. Hindek ji wan heta roja evro jî berdewamin li ser wê xizimeta pîroz. Bi li ber çavgirtina wê xizimeta mezin û pîroz ya fere ku hemî ol xwe bi amraza xizimetkirina mirov û mirovahiyê bibînin û xwe erkdarê xweşkirin û başkirina jiyana xelkî bibînin. Bi wateyek din erk û misyonên xwe neguherin û bi serê xwe çi erk û misyonên din ji bo xwe ava nekin ku çi têkîlya wan bi wan re nîne.
Ji xwe dîwarê navbera ola jî yê kevin be û her roj aliyekê lê dikevet û tiherfe. Bi hukara pêşkeftinên teknolojî û hewr weha bi hukara sîstema cîhangîrî hev dîtin û hev xwendin û bandor li ser hev çêkirina ol û oldaran jî bûye rastiyeka din ya çirîskder. Ji ber wê jî, pêwîste oldarên vê demê herî zêde paqijî durustî û xweşikiya ola xwe pêşberî xelk û civakê bikin û aliyên baş yên ola xwe bi taybet li gor pîvanên evro diyar bikin û bînin bîra xelkî. Ji ber ku xwe xapandine eger di roja me de û di bin navê belavkirina hizra olî de çavên xwe li xelkî sor bikin û wekî polîsan liv û tevgerên wan bixin bin çavdêriyê de.
Ji ber ku di roja evro de pirsa hilbijartina baweriyê hatiye guherîn û ya bi rêka projeyek hizrî de dihête encamdan. Bi giştî mirov dikare bêje ku pêwîste bawermendên olî pêgîriya xwe ya olî û xwedayî sererast bikin ku bicîhanîna erkên olî û xwedaperestiyê û xwe ji hemî wan diyarde û bûyeran jî dûr bigirin yên ku wan biçûk û kirêt dike.
Li hember hemû van pirsan ya fere ku mirov rê nede sivikatî bi çi ol û olperstan jî bihête kirin. Berovajiyê vê yekê ez bawerim ku heger mirovên zanyar, îlmanî di hizirên xwe de zelal û durust û pêgîrbin wê demê çi arîşeyên wan digel ol û oldarên durust de dernakevin. Ji ber ku oldarên durust û yên gor vê demê jî weku mirovên zanyar xudan pîvanin bo jiyanê û bûyerên nava jiyan û civakê de. Di pirsên sereke de jî digel zanyaran hem hizrin ku bexteweriya mirov û mirovahiyê dixwazin. Bi taybet eger bi dilekê paqij, li pirsê binêrin û her kesek jî ji para xwe razîbe. Ji ber wê jî ya fere ku îlmanî di dema nakokiyan de bi çi cureyekî sivikatiyê bi ol û oldaran nekin.
Di heman demî de giringe oldar jî bipejirînin ku evro û wê ve belavkirina hizra olî di nava civakê de pêdivî bi tirsandin û gefkirin û zorlêkirinê nabe. Ji ber ku amrazên ragihandinê her diçe zêde û pêşketî dibin ku çi pêdivî bi xepse û qerebalixiyê nîne. Her kesek dema bixaze dê bikare pertûkên cur bi cur yên olî û daxuyanî û gengeşên li ser olî, bi rêka televizyon, radio, malperên înternêtê bi hêsanî dest bixe û xwe li ser perwerde bike.