Tirk divê êdî twitter ê bikar neyênin

Tirk divê êdî twitter ê bikar neyênin

Karmendekî Kurd li Emerîka piştî serkeftinên xwe yên mezin wekî Hewlett Packard, googlê û gelikê din vê carê jî bû rêvebirê torbendek ji yên civakî ya mezin Twitter ê.
Karmendê serkeftî yê Kurd Omid Kordestanî di pişka xwe ya twitterê de belav kir ku wiya bi gelik companyayan re kar kiriye lê belê neha êdî ew bi Twitterê re ye. Li gorî şiroveyên di weşanên Emerîkayê de hatî kirin, piştî serkeftinên mezin yên Omid Kurdistanî dê di Twîtter ê de jî serkeftinê berbiçav pêk bîne.

Omid Kurdistanê yek ji wan 11 kesane yên ku Google ava kirî.
Di derbarê nasnameya Omid Kurdistanî de her çend zanyariyên berfireh nebin jî li gorî çavkaniyên me bi xwe Kurd bûye û ji Rojhilatê Kurdistanê ye.

 

Omid Kurdistanî kî ye?

Omîd Kordestanî, ku tê gotin li Tehranê di sala 1963’yan de hatiye dinê, Lê belê binemala wî Kurde,  yek ji berpirsiyarên malpera (makîna) lêgerînê Google e. Omîd Kordestanî di 14 saliya xwe de piştî ku bavê wî mir çû San Jose, California. Li zanîngeha San Jose State University endezyariya elektrîk xwend. Omîd Kurdistanî li şîrketa navdar Hewlett Packard weke muhendis kar kir. Ew di şîrketa Internet-Pionier Netscape Communications navekî berbiçav e.

Omid Kurdistanî yek ji 11 avakerên Googlê tê nasîn.

Wî di Googlê de beşê bazirganiyê ava kir. Di encama xebata wî de Google di warê bazirganiyê de pir bi pêş ket. Di sala 2005’an de, Google 6 mîlyar dolar qezenc kir. Omîd Kordestanî, cigirê serokê malpera Netscape ye. Di salekê de ji 88 mîlyon dolar hatina wê di 18 mehan de kire 200 mîlyon dolar. Omîd Kordestanî di sala 2006’a de, di lîsyeta 100 dewlemendên cîhanê de cih girt.

Omîd Kurdistanî di hesaba xwe Ya Twitter’ê nivîsiye ku ew niha bûye endamek di Rêveberiya Kompaniya Twitter’ê de û Kefxweşiya xwe ji ber vê yekê nîşan da. Navbirî nivîsiye, beriya niha min di gelek Kompaniyayan de kar kiriye û ez ji niha û pêve bi Twitterê re kar dikim.

\"omid_kurdistani_2\"