Opozîsyon: Divê dengên Hewlêrê ji nû ve werin jimartin.

Opozîsyon: Divê dengên Hewlêrê ji nû ve werin jimartin.

Partiyên opozîsyona Herêma Kurdistanê ji karnameya komîsyona hilbijartinan a Iraqê di dema hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de razî nînin û dixwazin dengên parêzgeha Hewlêrê ji nû ve were jimartin.

Lêjneya hevbeş a partiyên opozîsyonê (Gorran, Yekgirtû, Komel) îro (05.10.2013) li Hewlêrê li ser encamên hilbijartinên îsal ên parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Piştî civînê endamên lêjneyê ji rojnamevanan re encamên civînê eşkere kirin. Yek ji endamên lêjneya hevbeş û endamê polîtburoya Komela îslamî Enwer Sengawî diyar kir ku di civînê de biryar dane ku ji komîsyona hilbijartinan bixwazin dengên parêzgeha Hewlêrê ji nû ve were jimartin û wiha got: “Ji ber ku şika me ji dengên Hewlêrê heye.”

Endamê din ê lêjneyê û berpirsê karûbarên hilbijartinê yê tevgera Gorran Aram şêx Mihemed diyar kir ku tedbîrên qanûnî li Hewlêrê mîna xwe nehatine cîbicîkirin û amar û agahiyan li wan vedişêrin.

Endamê polîtburoya Yekgirtû Ebûbekir Heledinî jî ji rojnamevanan re ragihand ku heta niha forma hejmar 704 ku encamên dawî yên partiyan tê de ye, radestî wan nehatiye kirin her wiha komîsyona hilbijartinan bersiva bertekên wan ên derheqê encamên hilbijartinan de nedaye û ji ber wê jî li hember encamên Hewlêrê şikber in.

Berpirsê hilbijartinên Gorranê destnîşan kir ku di destê wan de belge hene ku nîşan dide sindoqên dengdan destkarî kirine û wiha got: “Belge yên komîsyonê bixwe ne ku nîşan didin encam hatine guhertin.”

Aram şêx Mihemed di bersiva vê pirsê de ku gelo ev helwesta Gorranê dê karîgerî li ser beşdarbûna wê di kabîneya nû ya hikûmetê de bike yan na, wiha got: “Eger em beşdarî hikûmetê jî bibin em nahêlin dengên me bi ser yên din de biçe.”

Beriya niha polîtburoya Yekgirtû encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê qebûl kiribû lê Heledinî li ser vê yekê wiha got: “Me ji roja yekem ve bertek nîşan dabû. Ji ber wê jî heta niha jî helwesta me nehatiye guhertin çimkî ev dengên niha ne dengên me yên rastî ne.”

Li gorî encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê, ji xeynî PDK û Gorranê, dengên partiyên din kêm bûye.

rudaw