Opozîsyona Sûrî û Kongreya Cênêv-2

Opozîsyona Sûrî û Kongreya Cênêv-2

Îtîlafa Opozîsyona Sûrıyê, amadebûna xwe jibo beşdarîkirin di kongreya navdewletî ya Cênêv – 2 nîşan da û jiber pevçûnên bajarê Helebê, 6 zarok hatin kuştin

Îtîlafa Opozîsyona Sûriya, piştî çendîn demjimêr gotûbêj liser beşdarîkirina li kongreya navdewletî ya Cênêv – 2, rêkeftin û di wê barê de, Xalid Salih, peyvdarê îtîlafê di kongreyekî navdewletî de ragihand, opozîsyon amadeye beşdariya her cure proseyên siyasî, ji bo pêkanîna daxaziyên şoreşa Sûriya de, bike û tê hêvî kirin ku Netewên Yekgirtî jî, bi awayeke fermî ji bo kongreyê bê gazîkirin.

Xalid Salih, daxaz li hikûmeta Rûsya kir dakû fişarê bixwe ser rejîma Sûriya û daxaz ji hemû aliyan kir beyannameya dostên Sûriya li Londonê qebûl biken.

Ji aliyekî dinve, şer û pevçûnên di navbera opozîsyon û artêşa Sûriya li Helebê didome û di encama hewanbaran kirina bajarê Şerefiye ya ser bi Helebê, herî kêm 6 zarok hatin kuştin û 6’ê din jî birîdarin.