Opozisyona Sûriyê kabîneya hikûmeta nû destnîşan kir

Itîlafa Niştimanî ya Hêzên opozisyona Sûriyê li Stenbolê yekem kabîneya hikûmeta opozisyonê bi serokayetiya Ehmed Tu`mê ava kir ku 12 wezîr li xwe digre.
Ajansa nûçeyan a Erebiyê belav kiriye ku, di civîna Itîlafa Niştimanî ya Hêzên opozisyona Sûriyê de a li bajarê Stenbolê hate encamdan wezîrên kabîneya hikûmeta opozisyonê hatin hilbijartin.
Di hilbijartinan de Es`ed Mistefa postê dibe wezîrê berevaniyê ş Îbrahîm Mîr jî buye wezîrê darayî û aboriyê û postê cîgirê serokwezîr jî dane Eyad Qudsî.
Ew kesên ku bo postê wezîran a kabîneya hikûmeta veguhastî ya opozisyona Sûriyê hatine destnîşan kirinê bi vî awayî ye:
– Cîgirê serokwezîr Eyad Qudsî.
– Wezîrê berevaniyê Es`ed Mistefa.
– Wezîrê darayî û aborî Îbrahîm Mîro.
– Wezîrê pêwendiyan û pîşesaziyê Mihemed Yasîn Necar.
– Wezîrê rêveberiyên herêmî Osman Bidêwî.
– Wezîrê dadê Fayêz Zahêr.
– Wezîrê wize û samanên ajel Ilyas Werde.
– Wezîrê çandinî û jêrxaniyê Welîd Zu`bî.
– Wezîrê rewşenbîrî û malbatê Texrîd Hecelî.
Her weha di civînê de ji bo postê wezîrê navxwe û wezîrê tendirustiyê û perwerdê li ser kesên ku hatibûn pêşniyar kirin lihev nekirin û biryare Ehmed Tu`mê hin kesên nû pêşniyar bike.
Pêştir Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyona Sûriyê derbarê beşdarbûna kongireya Cinêvê de encamnameyek belav kir û têde ragihand ku, “Biryara beşdarbûna konferansê di Lijneya Giştî ya Itîlafa Niştimanî ya Hêzên opozisyona Sûriyê de hat gotûbêjkirin. Hat qebûlkirin ku heger li şûna rejîma Esed hikûmeteke bihorbar bê avakirin dê beşdarî Konferansa Cenewre-2ê bibin.”
Ji bilî vê jî, di encamnameyê de hat diyarkirin, ji bo ku xebat û hewldanên bo hikûmeteke bihorbar bê damezirandin û bi ser bikeve, divê rejîma Esed li gor biryarên navteweyî tevbigere.
Di vê navberê de 8 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyê jî tevlî Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyona Sûriyê bûn û hejmara endamên ENKS`yê di Itîlafê de bû 11 kes ku yek ji wan jî dibe cîgirê serokê Itîlafê Ehmed Cerba û 2 jî dibin endamê desteya birêvebir a Itîlafa Niştimanî ya hêzên opozisyona Sûriyê.