Opozîsyonê bersiv da daxuyaniya Barzanî

Opozîsyonê bersiv da daxuyaniya Barzanî

Tevgera Gorran, Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (YÎK) û Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) ku wek opoîzsyona Herêma Kurdistanê tên naskirin, bersiva peyam û daxuyaniya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li ser dirêjkirina heyama serokatiya xwe dan û ragihandin, ew li ser helwesta xwe ya berê ne û dê “hemû şêwazên sivîl” bo dijberiya dirêjkirina dema serokatiya Barzanî bikar bînin.

Opozîsyona Herêma Kurdistanê ku ji tevgera Gorran, YÎK û KÎKê pêk tê, îro (17.07.2013) li ser peyama duh ya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya derheqê dirêjkirina dema serokatiya wî de civiyan.

Piştî civînê ku li navenda giştî ya tevgera Gorran li bajarê Silêmaniyê hat sazkirin opozîsyonê daxuyaniyek belav kir û peyama Barzanî wek “şêlû û tijî dijberî” nirxand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku opozîsyona Herêma Kurdistanê li ser helwesta xwe ya li dijî dirêjkirina heyama serokatiya Barzanî rijd e û wiha hat gotin: “Ji ber ku li gorî me qanûna dirêjkirina dema serokatiya serokê Herêma Kurdistanê rewa nîne, lewma mafê me heye ku hemû şêwazên sivîl ji bo dijberiya vê qanûnê bikar bînin.”

Partiyên opozîsyonê diyar kirin ku zêdetirî 3 mehan e li Herêma Kurdistanê qeyranek siyasî heye û ev qeyran jî ji aliyê partiyên PDK û YNKê ve hatiye çêkirin.

Li gorî daxuyaniyê, opozîsyon di wê baweriyê de ye ku Barzanî pêşnûmeya dirêjkirina heyama serokatiya xwe pesend kiriye lê Barzanî di peyama xwe ya duh de gotibû ku ew pêşnûmeyê îmze nake lê di heman demê red jî nake.

Di daxuyaniyê de her wiha tê gotin ku komîsyona hilbijartinan “zemîne û mêkanîzimên” nû ji bo sextekarî di hilbijartinan de çêkiriye û ev jî bûye sedema wê ku komîsyon bêalîbûna xwe ji dest bide û wiha hat ziman: “Ji ber wê jî eger hilbijartinên encumenên parêzgehan digel hilbijartinên parlamentoyê neyên sazkirin û garantiya hilbijartinek paqij neyê dayîn, tomarkirina navên dengderan ji sextekariyê rizgar nabe. Lewma eger ev biryara komîsyona hilbijartinan neyê betalkirin îhtimal heye opozîsyon hilbijartinan baykot bike.”

Di dawiyê de opozîsyon hişyariya kûrbûna qeyrana siyasî li Herêma Kurdistanê dide û sûcê vê yekê jî davêje stûyê partiyên hukumran.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, duh di peyamekê de ragihandibû, ew pêşnûmeya dirêjkirina dema serokatiya îmze nake lê red jî nake û gotibû: “Piştî ku aliyên siyasî li ser hilbijartinên serokatiyê li hev hatin wê çaxê dê serokek nû bê hilbijartin.”

Li gorî qanûnên Herêma Kurdistanê, pêşnûmeya ku di navbera 15 rojan de ji aliyê serokê Herêma Kurdistanê ve neyê îmzekirin bi awayekî otomatîk dibe qanûn û dikeve pratîkê.

Jêder Rudaw