Osman: êrîşên El Nusra weke planên Tirkiyê ne.

Osman: êrîşên El Nusra weke planên Tirkiyê ne.

Parlementerê Iraqê yê Kurd yê ser bi lîsteya Hevpeymaniya Niştîmanî Dr. Mehmûd Osman der barê rewşa  Rojavayê Kurdistanê  daxuyaniyek bi nivîskî belavkir. Osman di daxuyaniyê de diyar kir ku, ew şerê ne rewa yê ku li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê tê meşandin, bûye sedama karesetekî mezin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek kes birîndarbûne û bi sedan kes jî dîl hatine girtin.

Parlementerê Iraqê ê Kurd Dr. Mehmûd Osman  li ser hesaba xwe ya tûra civakî facebookê daxuyaniyek nivîskî weşand û di daxuyaniyê de balê di kişîne li ser bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê çêdibin  û wiha got: “Êrîşên El Nursa û beşek ji Artêşa Azad li gorî tevgerê nedûrin ji planên rejima Dîmeşq (Şam) û Hikûmeta Enqereyê.”

Di dewama daxuyaniya xwe de Osman bang li aliyên Kurdan dike ku yekgirtina xwe çêkin û deriyê sinor  vekin û wiha pêde çû, “Pêwiste partî û aliyên Rojavayê Kurdistanê yekgirtî bin, di parastina gel de û Kurdên beşên din ê Kurdistanê jî piştgiriyê bidin. Hemû pêwîstiyên wan jêre rêkin û deriyê sinor bê vekirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de Dr. Mehmud Osman bang li civaka navnetewî dike û wiha dibêje: “Daxwaz li civaka navnetewî ya bi rewşa Sûriyeyê ve mijol dibin, van êrîşan bidin rawestandin.”

Jêder ANF