Ozdemîr: Almanya Zêde Rû Da Tirkiyê

Ozdemîr: Almanya Zêde Rû Da Tirkiyê

Hevserokê Partiya Kesk a Alman Cem Ozdemîr hukumeta alman rexnekir û got:  \'\'Ev demeke dirêj e  ku Almanya pir nazik nêzî pirovakasyonên Tirkiyê dibe.

Hevserokê Partiya Kesk Cem Ozdemîr sibehê beşdarî bernameya televîzyona alman a ARD\'ê bû. Ozdemîr da xuyakirin ku hukumeta Îspanyayê jî rewşa Tirkiyê dizane. Wekî tê zanîn Tirkiye niha wekî girtîgeha servekirî ye. Tirkiye hatiye asteke wisa ku êdî di nav xwe da desthilatdariyeke dijmirovane dimeşîne. Ozdemîr, di berdewa axaftina xwe de hukumeta Merkelê jî rexne kir û got: \'\'Ev demeke dirêj e ku Almanya li hemberî provakasyonên Tirkiyê pir nazik nêzîk dibe.

Serokê Partiya Kesk a Alman Cem Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de got ku: \'\'Êdî dem hatiye. Divê em nîşan bidin ku destê Erdogan nikare bigihêje Almanyayê û Ewropayê.\'\'