Pakêta AKP’ê bidawîbûna pêvajoyê ye

Pakêta AKP’ê bidawîbûna pêvajoyê ye

Hevseroka KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku pêvajoya aşitiyê eve sê mehin xetimiye û pakêta demokratîkbûnê  ya AKP’ê jî weke beyana qedandina pêvajoyê ye. Endamê Desteya Serokatiya KCKê Mûstafa Karasû jî destnîşan kir ku tenê hêzên qirkirina çandî pêktînin daxwazên Kurdan red dikin.

Hevseroka KCK’ê Besê Hozat, endamê Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Mûstafa Karasû û endamê Desteya Rêveber yê KCK’ê Sabrî Ok duh êvarê beşdarî bernameyeke taybet ya Stêrk TV bûn û derbar3e pêvajoyê de nirxandinên girik kirin.

Kevseroka KCK’ê Besê Hozat daxuyand ku ji bo rêveçûna pêvajoya aşitiyê ku ji Newrozê ve destpêkiriye, tevgera wan ketiye nava hewldaneke cidî û anî ziman ku ev hewldan yek alî mane, ji aliyê hikûmetê ve jî ti sererastkirinên baweriyê bidin û bingeha pêvajoya aştiyê ava bikin, nehatine kirin. Hozat daxuyand ku ji bilî vê yekê hikûmeta AKP’ê di zimanê xwe de jî ti guhertin nekiriye û got, “Di rewşa heyî de pêvajo ji xwe xetimînekê dijî. Ev yek jî ji ber helwesta dewlet û AKP’ê ye. Ji destpêkê ve AKP bi pragmatîk nêzî pêvajoyê bû, nêzîkatiyeke taknîkî nîşan da, ji bo çareseriyê bi ti awayî ji dil tevnegeriya. Me ji aliyê xwe ve pêvajo bi rêve dibir, lê hikûmet û dewlet ketibû nava planeke cidî ya tinekirinê. Çêkirina bendavan planeke leşkerî ye. Çêkirina qereqolan, pergala cerdevaniyê, girtiyên KCK’ê. Di bin navê KCK’ê de niha zêdeyî 10 hezar xebatkarên BDP’ê girtî ne. Bi salane ev mirov di girtîgehan de tên rizandin. Di vî warî de ti gav nehatin avêtin.”

Hozat diyar kir ku AKP bi siyaseta mijûlkirinê pêvajoyê dimeşîne û anî ziman ku AKP di nava hewldan û hesabên dewamkirina desthilatdariya xwe de ye. Hozat ragihand ku AKP di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ne di nava nêzîkatiyeke samîmî de ye û got, “Lewma maskeya AKP’ê ket. Herî dawî di pakêtê de ev derket holê. Di pakêtê de ji bo çareseriyê tiştek derneket holê. Ji pakêtê mejiyê AKP’ê derket. Erdogan bi xwe jê derket. Ji bo çareseriya demokratîk tiştek derneket. Vê yekê ev rastî derxist holê. AKP dê siyaseta xwe ya mijûlkirin, xapandin û rizandinê dewam dike. AKP’ê bi vê pakêtê re ev deklare kir. Got, ewê siyaseta xwe ya înkar, tinekirin û xapandinê ya heta niha meşandiye, dewam bike.”

Hozat diyar kir ku nêzîkatiya AKP’ê ya li pirsgirêka Kurd bi nêzîkatiya xwe ya li Rêberê me, derdikeve holê û wiha peyivî: “AKP bi taktîkî nêzî Rêberê me bû. Rêberê me çend caran di hevdîtinan de hişyar kir. Vê yekê di nava raya giştî de jî cih girt. Got, ’Hûn nikarin min bixapînin, hûn nikarin min bînin lîstikan. Ez ne mirovekî bêm lîstikan im. Hûnê cidî bin’. Di vê mijarê de hişyariyên cidî kir. Ev tê fêmkirin, li holê nêzîkatiyeke jêsûdwergirtin heye. Nêzîkatiya li Rêberê me jî bi vî rengî ye. Ji bo jê sûdê werbigire bi vî rengî nêzî tevgera me, agirbestê, biryara vekişînê û pêvajoyê bû.”

Hozat da xuyakirin ku AKP’ê nêzîkatiya xwe ya li pêvajoyê di pakêta xwe de bi awayekî zelal nîşan daye û diyar kir ku di pakêtê de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ti gav nîne. Hozat bibîr xist ku mafên herî xwezayî yên Kurdan jî nehatine naskirin û destnîşan kir ku mafên perwerdeya bi zimanê dayikê, naskirina nasnameyê di pakêtê de cih negirtiye. Hozat ragihand ku pakêtê derdorên nêzî AKP’ê jî matmayî hiştiye û destnîşan kir ku partiyeke ne demokratîk nikare pakêteke demokratîk derxîne holê. Hozat anî ziman ku mejiyê AKP’ê nîjadperest, neteweperest û mezhepperest e û ragihand ku çareseriyeke aştiyane ji vê hikûmetê nayê hêvîkirin, pêvajo dê bi berxwedana civakî bi pêş bikeve.

Endamê Desteya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Mûstafa Karasû jî da xuyakirin ku pakêta AKP’ê bi mejiyekî mêtîngeriyê hatiye amadekirin û hikûmeta AKP’ê Ocalan û Tevgera wan weke mûxatap qebûl nake, nikare ne perwerdeya bi zimanê dayikê ne jî xweseriyê qebûl bike. Karasû destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd bi mûxataban çareser dibe û got, “Kî dizane mafê kurdan çiye, daxwazên Kurdan çiye, pirsgirêka wan çiye? Kurd vê bizanibe. Ji bilî Kurdan kes nikare vê baştir îfade bike.”

Karasû ragihand ku Kurd têkoşîna herî mafdar a cîhanê dimeşîne û got, “Bi ratî jî mîna qirkirina çandî ya li dijî Kurdan tê meşadin, pêkanîneke din li ti devera cîhanê nîne. Hînê gef li hebûna Kurdan tê xwarin. Qaşô navê Kurdan tê qebûlklirin, lê belê di warê qanûnî, huquqî û ferasetê de hînê hebûna Kurdan nehatiye qebûlkirin. Ji ber vê yekê em têkoşîneke gelekî mafdar dimeşînin. Daxwazên me gelekî mafdar in. Ez dikarim vê bi hêsanî bêjim: Ji bilî mejiyê şovenîst ê li Tirkiyê, ji bilî ew hêzên li dijî Kurdan qirkirina çandî dimeşînin û dixwazin bikin Tirk, mirovek bi tenê li cîhanê nîne ku daxwazên Kurdan red bike. Ti mirovê xwedî wicdan, daxwazên Kurdan red nake. Ev ji sedî sed e. Çawa ku mafê jiyanê mafekî pîroz e, mafê me yê civakî jî ewçend xwezayî û pîroz e. Em daxwaza mafê jiyanê dikin. Ji bilî vê ti daxwaza me nîne. Daxwaz hatin diyarkirin. Naskirina hebûna Kurdan. Tuyê hebûnê qebûl nekî? Yanî tuyê hebûnê ji nedîtî ve were. Tuyê nebêje Kurd, bêje tiştekî din. Divê Kurd were gotin. Mîna mafê jiyanê, zimanê dayikê jî mafê jiyanê yê civakê ye. Civak encax bi zimanê xwe yê dayikê, bi çanda xwe dijî. Tiştekî ji vê xwezayîtir nîne. Ji aliyê din ve, xweseriya demokratîk hatiye xwestin. Xweseriya demokratîk rêbazeke rêveberiyê ya civakên cuda ye, ku li cîhanê mînakên wê hene. Demokrasî tê xwariya xwerêvebirina civakên cuda. Wateya demokrasiyê di roja me ya îro de ev e. Eger em girîngiyê dide pêşketina mejiyê demokratîk, eger em dibêjin li cîhanê demokrasî bi pêş dikeve, eger em dibêjin demokrasî aramiyê tîne, ev yek di qebûlkirina azadî û xweseriya hemû civakan dibe.”

Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok jî da xuyakirin ku pêvajoya agirbestê xetimiye û ji aliyê wan ve qediyaye û destnîşan kir ku ev yek jî ji ber nêzîkatiya dewleta Tirk a ji çareseriyê re girtî, ji mejiyê demokratîk dûr, rû daye. Ok ragihand ku daxwazên aliyê Kurd gelekî maqûl in û got, “Mejiyê AKP’ê ji çareseriyê re girtî ye. Di mejiyê AKP’ê de nêrîna ’Eger hûn nefikirin pirsgirêka Kurd nîne’ ku Erdogan demekê gotibû, cih digire. Bi mejiyekî wiha re gelo çareseriyeke rast çê dibe? Ne gengaz e.”

Ok diyar kir ku divê AKP hurmetê nîşanî gelan, dîrokê û rastiyê bide û destnîşan kir ku mêtîngeriya Tirk ji asta heyî ya Kurd gihaştiye ne razî ye.

Ok ragihand ku hemû hewldanên yekalî yên tevgera Kurd, di çarçoveya berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên Tirkiyê de hatine kirin û got, “Kes ji statuya xwe ya heyî razî nîne. Li Rojhilata Navîn têkoşînek heye. Gelo hûn dikarin bifikirin ku li cihekî mîna Rojhilata Navîn, hebûna gelê Kurd a xwedî 40 mîlyon nifûsî ye, neyê qebûlkirin. Perwerdeya zimanê dayikê, nasname neyê qebûlkirin. Vê yekê ne dîrok, ne mirovahî, ne jî wicdan qebûl nake. Gelê Kurd û PKK vê qebûl nake. Ji vê saetê û şûnde bilêvkirina perwerdeya zimanê dayikê jî, me diêşîne.”

Jêder ANF