Palamenterê girtî yê CHP’yî Balbay hate berdan

Palamenterê girtî yê CHP’yî Balbay hate berdan

Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Mûstafa Balbay ku eve 4 salin ji ber doza Ergenekonê di girtîgehê de tê darizandin, hate serbestberdan. Ev biryar ji bo parlamenterên BDP yên girtî jî dibe riya azadbûnê.

Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, Parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Mûstafa Balbay ku eve 4 salin ji ber doza Ergenekonê girtî bû, serbest berda. Biryara berdanê ji aliyê parêzerê Balbay, Oktay Yilmaz ve hat aşkerakirin.

Ji aliyê din ve ev biryar ji bo parlamenterên BDP yên girtî jî dibe mînakek bo serbestbûna wan. Hefteya borî seroka komîsyona hiqûqê ya BDP Meral Daniş Beşdaş diyar kiribû ku biryara ji bo Balbay bihête dayîn ji bo parlamenterên BDP yên girtî jî dibe mînak.

Hêjayê gotinê ye ku parlamenterên BDP Selma Irmak, Hatîp Dîcle, Veysel Sarî,Kemal Aktaç, Gulser Yildirim , Feysel Sariyildiz û Îbrahîm Ayhan ji ber doza KCK eve demek dirêje di girtîgehê de ne.

Rewanbej.net