Panoramaya Hawarnet derbarê Kongra Netewî de

Panoramaya Hawarnet derbarê Kongra Netewî de

Derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurd de, dîrokzanê navdar ê kurd Dr. Kemal Mezher got: ’’Bêguman hemû kurd bi kêfxweşî li benda kongreyeke wiha ne, ji ber dilnexwaz û şovenîstên dijminê kurdan hertim xwestine kurd ji hev dûrkevin, loma girêdana Kongreya Neteweyî ya Kurd, dê nexşeya dilnexwazan pûç bike.’’

Komîteya amadekar a Kongreya Netewî dicive
Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, ji bo xebatên amadekariya kongreyê sibê tên cem hev.
Di 22’ê tîrmehê de ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli civîna amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd bûn û liw ir komîteyek avakirin. Komîteyê lez dan xebatên xwe.
Komîteyê civîna xwe ya yekemîn di 25’ê tîrmehê de  bi tevlibûna Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî re li cihê xwe pêk anî. Sibê jî dê der barê xebat di çi astê de ne bicivin.
Endamê Komîsyona amadekar a Konferansê parlamentera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane beriya biçe Hewlêrê der barê amadekariyan de agahî da. Bîrtane wiha got: “Di pêvajoyeke wisa girîng de xebatên kongreya Netewî ya kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û dîaspora didome. Bi taybet di warê lîsteya tevlibûnê de ji komîsyonê re tê ragîhandin. Komîte di yekê tebaxê de dê xebatan binirxîne.

Konferansa Neteweyî 19ê tebaxê ldest pê dike

Li gor agahiyan Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaze ku konferans zû dest pê bike.Di bin vê çarçoveyê de duh civîna lijneya amadehiyê hat li dar xistin û biryarek hevpar hat girtin. Dê konferans 19ê tebaxê dest pê bike û 3 rojan dewam bike.
Lijneya amadehiyê ya ji 21 kesan pêk hatî, kesên ku dê beşdarî konferansê bibin diyar kirin. Tê payîn ku di serî de Îraq, Tirkiye, Surî, Îran û ji welatên din bi tevahî 500 delege dê kurdan temsîl bikin.
Opozîsyon gefa boykotkirina Kongreya Neteweyî dixwe

Piştî ku partiyên Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî yên Kurdistanê nerazîbûna xwe li hember rêjeya kursiyên xwe di kumîteya amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurdî de nîşan dan, opozîyonê gefa baykotkirina Kongreya Neteweyî kir.

Di civîna amadekariya Kongreya Neteweyî ya Kurdî de ku çend roj berê li havîngeha Selahedîn a Hewlêrê û bi serpereştiya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hat sazkirin, biryar hat dayîn ku kumîteyek 21 kesî amadekariyên kongreyê bike.

Li gorî agahiyan, di wê kumîteyê de dê 5 kes nûnertiya başûrê Kurdistanê bikin ku ji wan kesan jî dê YNK, PDK û Gorran xudan yek nûnerî bibin her wiha kursiyek jî dê ji bo partiyên îslamî û yek jî ji bo partiyên din ên başûr be.

Lê Komel û Yekgirtû îro (25.07.2013) li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dan û beşdarî civîna kumîteya amadekar a Kongreya Neteweyî nebûn.

Derheqê vê kêşeyê de berdevkê Komela Îslamî ya Kurdistanê (KÎK) Mihemed Hekîm ji Rûdawê re got: “Me ji PDK û PKKê re gotiye eger nûnerê me yê taybet di kumîteya amadekar de nebe emê civînê baykot bikin.”

Hekîm diyar kir ku heta eger Yekgirtû jî wan bike nûnerê xwe ew razî nabin û wiha axivî: “Ji ber wê jî divê her yek ji me (yekgirtû û komel) nûnerê xwe yê taybet hebe.”

Berdevkê KÎKê li ser helwesta yekgirtû û Gorranê jî peyivî û wiha anî ziman: “Ez bawer im ew jî dê baykot bikin. Eger Gorran û yekgirtû bi me re bin wê çaxê opozîsyon dibe yek û emê jî sipasiya wan bikin.”

Nûnerê yekgirtûya îslamî ya Kurdistanê di kumîteya amadekar a kongreyê de Xelîl Îbrahîm jî wiha got: “Em li hember komela îslamî ketin nav rewşek nexweş ji ber wê jî me biryar da beşdarî civîna îro nebin.”

Nûnerê tevgera Gorran di kumîteya han de Celal Cewher jî diyar kir ku ji ber yekrêziya hêzên opozîsyonê biryar dane neçin civînê û baykot bikin.

Kurdên Kazakistan û Sovyeta berê hatine ji bîr kirin

Her çende heta niha amadekariyên Kongreya Neweyiya Kurd didomin lê dîsa li gor wan zanyarên ku li ragihandinê de belav dibe, revenda Kurd û bi taybetî Kurdên Sovyeta berê bi giştî li Kongreya Neteweyiya Kurd nehatine dawet kirin û bi awayekî hatine ji bîr kirin.
Her çende heta niha amadekariyên Kongreya Neweyiya Kurd didomin lê dîsa li gor wan zanyarên ku li ragihandinê de belav dibe, revenda Kurd û bi taybetî Kurdên Sovyeta berê bi giştî li Kongreya Neteweyiya Kurd nehatine dawet kirin û bi awayekî hatine ji bîr kirin.

Li vî derbarî de Muhammed Barazî Serokê Komeleya Dostayetiya Kazakistan û Kurdistan ku navenda wê li Almaataya Kazakistanê ye, li pêwendiyeke telefonî de xweşhaliya xwe ji bo Kongreya Neteweyiya Kurd derbirî hêvî xwest ku Kongre bi awayeke serkeftî û bi berjewendiya hemû gelên Kurd û Kurdistanê bi dawî bibe.

Serokê Komeleya Dostayetiya Kazakistan û Kurdistanê da zanîn ku ew ji bo hilbijartina komîteya amadekarê kongreya Neteweyiya Kurd nehatine vexwendin û li gor zanyariyên ku gihîştine wan ji Kazakistanê û ji welatên Sovyeta berê giştî kesek nehatiye dawetkirin. Lê belê ew hêvîdare ku ji bo Kongreya Neteweyî de ji welatên Sovyeta berê û ji Kazakistanê jî nûnerên wan bêne vexwendin ji ber ku hejmara bi awayeke giştî nêzîkî yek milyon Kurd dibe.

Li berdewamiya axaftina xwe de spasiya hemû serokên Kurd kir ku ji bo vê Kongreyê bûne destpêşxer û bi taybetî jî spasiya Serok Barzanî kir ku ji bo encamdana civîneke wiha pîroz mazuvaniya birayên xwe dike.

Hewl tên dayîn ku Kongreya Neteweyî ya Kurd sernekeve

Ji ber hinek hewldanên daku Kongreya Neteweyî ya Kurd sernekeve heta niha dem û plana wê kongreyê nehatiye ragehandin ku dê nêzîka 600 kesayetiyên siyasî yên Kurd û dostê Kurdan têde beşdar bibin.

Piştî pêkanîna Komîteya Amadekar bo Kongreya Neteweyî ya Kurd, aliyekî herêmî hewl dide ku çend aliyên beşdarê kongreyê poşman bike daku kongreyê boykot bikin, vêna jî wiha kiriye ku bernameyê karê kongreyê bi awayekî nehênî birêve biçe.

Di vê derbarê de Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistan-Îranê Hemesalih Qadirî ji rojnameya Basê re got: ’’Bêguman hinek aliyên herêmî naxwazin kongreya neteweyî biserkeve, ji wan jî zêdetir Komara Îslamî ya Îranê.’’

Qadirî wiha axifî: ’’Her saziyeke neteweyî ya Kurdî ku bê wateya yekbûna gelê Kurd, ne bi dilê Îran û dilnexwazan e, loma her çi ji destê wan were berî ku ew sazî yan her çibe ji dayîk bibe dê ji nav bibin, ger bikaribin.’’

Serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Dr. Fayiq Gulpî jî tekez kir ku bi awayekî giştî dewletên herêmî naxwazin Kongreya Neteweyî ya Kurd serkeftinê bidest bixe û got: ’’Lê vê carê rewş cuda ye, ji ber rewşa İraqê xirab e û nikare eşkere dijayetiya wê kongreyê bike, herwiha Tirkiye jî li bakur ligel Kurdan di gotûbêjê de ye, li başûr konsolxaneya wê heye û peywendiyên wê ligel hikûmeta Kurdistanê baş in, Îran jî rûbirûyê krîzeke mezin bûye ku ambargo li ser e. Loma divê Kurd vê derfetê ji dest nedin û bilez kongreya xwe sazbikin.’’

Gulpî wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ’’Ji bo Kurdan gelekî girîng e ku bikaribin vê rewşa heyî bo kongreya neteweyî bikarbînin. Ger ev kongreya han bikaribe gotareke yekgirtî ya Kurdan çêbike û stratejiyek bihêz deyne, ew mefhum jî namîne ku dihat gotin divê pirsa Kurd li her parçeyekî Kurdistanê ligel wan welatên ku lêne bê çareser kirin. Niha dema wê hatiye ku Kurd li Rojhilata Navîn bi awayekî yekgirtî siyasetê bikin.’’

ŞerqulEwset: Barzanî bi dana kursî, PJAK vegerande kongreya neteweyîya Kurd

Piştî ku partîya jîyana azada Kurdistan (PJAK) kongreya neteweyîya Kurd baykot kir, Mesûd Barzanî weke serpirestê komîteya amadekara kongreyê, di çarekirina kêşeya navbera partîyan serkevtî bû û bi dabînkirina kursîyekê, PJAK bo nava kongreya neteweyîya Kurd vegerand.

Rojnameya ŞerqulEwset a çapa Lendenê di hejmara xwe ya duh roja duşembîyê de ji zarê berpirsekê PJAKê ve belav kiriye, ku serokê herêma Kurdistanê arîşeya navbera partîyên siyasîyên Rojhilatê Kurdistanê çareser kir ku ji ber nakokîyên navbera ewan partîyan, PJAK ji kursîya komîteya amadekara kongreya neteweyîya Kurd hatibû bêparkirin û PJAKê weke bertek, kongre baykot kiribû.

PJAK ku weke baskê Rojhilatê Kurdistanê yê PKK dihête naskirin, her du partîyên Demokrat û Komele bi ewê tohmetbar kiribû ku pêşwext biryar dane ku partîyên dinên Rojhilatê Kurdistanê bêpar bikin û kursîyên pişka Rojhilatê Kurdistanî tenê bo xwe bihêlin, lê piştî çendîn kombûnan, di 27/72013 de komîteya aamdekara kongreya neteweyî ku Mesûd Barzanî serpirestîya wê dike, gihîjte ewê bawerîyê ku PJAK jî gerek kursî hebe di ewê kongreya neteweyî de ku biryar wiha ye di heyva dahatû de bihê sazkirin.

’Divê hemû alî tevli bibin’

Endamê polîtbûro û peywendiyên karê derva ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Seyîd Selîm diyar kir ku kongreya neteweyî pir girîng e. Ji ber vê yekê jî divê ku hemû aliyê kurdan beşdarî Kongreya Neteweyî ya Kurd bibin

Endamê polîtbûro û peywendiyên karê derva ya Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Seyîd Selîm da zanîn ku ew wek partî ji pêkhatina Kongreya Neteweyî ya Kurd gelek keyfxweş in û divê hemû aliyên kurd beşdarbûna kongrê ji xwe re wek erkek neteweyî û kurdistanî bibînin. Selîm wiha got: “Pêwîst e hemû aliyên kurd berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên xwe yên siyasî bigirin dest û ji ber pirsgirêkên teknîkî li hember kongreyê helwest daneynin.”
Hîwa Seyîd Selîm der barê li dar xistina Kongreya Neteweyî ya Kurd ku wê di meha tebaxê de were lidarxistin nêrîna partiya xwe ya ji bo kongrê anî ziman. Selîm da zanîn ku divê hemû aliyên siyasî û civakî yên her çar parçeyên Kurdistanê vê firsend û destkeftiya neteweyî a gelê kurd ji xwe re wek erkek jêveneger bibîne û ji bo pêkhatina kongreyê tişta dikeve ser milê wan pêk bînin û wiha got: “Pêwîst e hemû aliyên kurd berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên xwe yên siyasî bigrin dest û ji ber pirsgirêkên teknîkî li hember kongreyê helwest daneynin.”

SÎWANA YEKITIYÊ
Selîm diyar kir ku ev bi salan e ji aliyê gelek partî û rêxistinên her çar parçeyên Kurdistanê ji bo li dar xistina Kongreya Neteweyî ya Kurd, gelek xebat û hewldan hene û wiha pêde çû: “Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) demek dirêje xebat û faaliyetên xwe ji bo pêkanîna kongreyê di meşîne. Di nava KNK’ê de gelek partî û rêxistinên kurdan hene. Di hemû rûniştin, konferans û kongreyên xwe de hewldan kongreyek neteweyî ya gelê kurd ku tevayî partiyên siyasî û rêxistinên civakî cihê xwe têde bibînin, li dar bixin.
Bi taybet van herdu salên dawiyê di vî alî de gelek xebat hatin meşandin. Lê mixabin ew xebatên par ji bo pêkanîna kongereyê dihatin kirin, bê encam man û me nekarî bi awayek yek deng biryara pêkhatina vê kongrê bidin. Li hemû qadên siyasî û rêxistinî yên kurdan de hertim qala neçariya li darxistina kongreyê dihat kirin û ev hewldanên jidil ên aliyên kurd encam girtin.”

BERJEWENDIYÊN NETEWEYÎ
Selîm bal kişand ser xebat û hewldanên ji bo kongreyê û da zanîn ku tevahî gelê kurd û aliyê kurd bi destpêkirina hewldan û xebatên kongreyê keyfxweş in. Bi taybet li başûrê Kurdistanê di bin yek banî de kombûna aliyên siyasî gelek zehmet bû û heta niha ev pêknehatibû.
Lewra ji bo aliyên siyasî û civakî yên Herêma Kurdistanê jî gavek dîrokî û birûmet e û wiha dirêjayî da axaftina xwe: “Em wekî Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê dibêjîn, divê berjewendiyên neteweyî li ser berjewendiyên siyasî bin. Lê mixabin di mijara komîteya amadekar de hinek aliyên siyasî pirsgirêkan derdixin û bi vî awayî beşdarî civîna duyem a amadekariyên kongreyê nebûn. Li gorî min di nava komîteya amadekar a kongreyê de cih girtin ne zêde girîng e, ya girîng ew e ku di kongreyê de nûnerên hemû partî û aliyên civakî yên kurdên herçar parçeyan hebin. Di kongreyê de banga yekitiya kurdan, berjewendiyên giştî yên gelê kurd û ji bo dahatoyê bikarîbin yeketiya netewî a kurd ava bikin biryaran bigirin. Ya herî girîng û herî binirx ji bo aliyên kurdan ev e.”

DAXWAZA NETEWEYÎ
Selîm hêvî û keyfxweşiya xwe û partiya xwe ji bo kongreya neteweyî anî ziman û wiha berdewam kir: “Em gelek ji kongreyê bi hêvî ne ku çi dibe bila bibe wê were lidarxistin. Hizba Zehmetkêşên Kurdistan di yekem konferansa xwe ya 1988’ê de ku wê demê xebatên çekdarî dimeşand wê demê daxwaz dikir ku divê tevayî hêz û aliyên kurd ên herçar parçeyan di bin banekê de bigihin yek û yeketiya neteweyî damezrînin. Em wek Hizba Zehmetkêş ji destpêkê ve piştgirî didin têkoşîna kurdên bakur, rojava û rojhilatê Kurdistanê û em dixwazin ev têkoşîna kurdan di bin sêwanekê de bibe yek û hêza gelê kurd û Kurdistanê nîşanî raya giştî û cîhanê bidin.”

DIVÊ NEYÊ BOYKOTKIRIN
Selîm di nava axaftina xwe de bal kişand ser komîteya amadekar a kongreyê û axaftina xwe wiha domand: “Di civîna yekem de ku tevayî aliyên kurd amadebûn biryara mekanîzmeyekê dan ji bo avakirina komîteya amadekar. Ew makanîzma ji bo Bakur 6, ji bo Başûr 5, ji bo Rojhilat 5 û ji bo Rojava 4 û ji bo KNK’ê jî cihê 1 endam hat veqetandin. Bi giştî 21 kes cihê xwe di komîteya amadekar de digrin. Ev kota li gorî hejmara aliyan kême û pêşniyara me ji bo vê mijarê hebû. Lê ev nayê wê wateyê ku em biryara tevlinebûna kongreyê bidin. Divê destpêkê cih ji rêxistinên ku di dîroka têkoşîna xwe de her tim giranî dane ser berjewendî û yeketiya gelê kurd.
Lê mixabin gelek ji van aliyan ne ketin komîteya amadekar. Bes ez vê jî bêjim, ev nayê wê wateyê ku em kongreya neteweyî boykot bikin. Ji bilî vê yekê gelek tiştan Hizba Zehmetkêşan di beşdarbûna kongreyê de bibiryare û tu car gav şûnde navêje. Bi heman şêweyî divê hemû partî û rêxistinên kurd vê firsenda dîrokî a ketî destê kurdan paş guhê xwe ve ne avêjin û bi hestên neteweyî beşdarî kongreyê bibin.”

’DIVÊ KURD JÎ WEKÎ HEMÛ GELAN YEKITIYÊ ÇÊBIKIN’
Di dawiya axaftina xwe de Selîm bi navê partiya xwe bang li hemû hêz û aliyên kurd kir ku beşdarî kongreyê bibin û dest ji helwestên ku zirarê dide yekitiyê berdin û wiha bi dawî kir: “Em wek Hizba Zehmetkêşên Kurdistanê dixwazin hemû aliyên ku beşdarî Kongreya Netewî a Kurd dibin, di riya berjewendiyên giştî yên kurd û Kurdistanê û di aliyê berpirsyariya vê pêvajoyê de erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî bizanin û xwe ji şahidiya yekitiya neteweyî ya kurdan dûr nexin.
Dema mirov temaşeyî gelan dike hemûyan ji bo xwe li ser bingehê siyasî, aborî û gelek mijarên weke van yekitiya xwe ava kirine. Bo nimûne Yekitiya Welatên Ereb, Yeketiya Afrîkayê, Yekitiya Ewropayê û gelek yekitiyên din yên gelan hene. Lewra yekitiya neteweyî ji bo gelê kurd ji nan û avêpêwîstir e divê hemû hewldan û xebatên xwe bide ser vê firsenda dîrokî û hemû di bin sîwana Kongreya Neteweyî ya Kurd de bigihêjin hev. Ev sîwane me hemûyan di yek xalê de bîne cem hev û em hemû karibin di vê çarçoveyê de pêngavên rast bavêjîn.”

Kongreya Netewî ya Kurd wê bi 500 delegeyan pêk were

Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, ku tê payîn di nava mehekê de li Hewlêrê bicive, cara duyemîn li hev kom bû û dest bi xebatên pratîkî kir. Ji bo Kongreyê kota hatin diyarkirin û hejmara delegeyên beşdar bibin jî weke 500 hatin destnîşankirin.

Komîteya Amadekar a ji 21 kesan, ku di civîna 22’ê Tîrmehê ya li Hewlêrê de hat avakirin, di 25’ê Tîrmehê de bi beşdariya Serokê Herêmê Mesûd Barzanî re civîna xwe ya yekemîn lidar xist. Civîna duyemîn jî îro li odeya xebatê ya Barzanî ya li Hewlêrê pêk hat. Di civînê de 20 endamên komîteyê amade bûn û ji bo kongre di nava mehekê de were lidarxistin, plansaziya pratîkî hat destpêkirin.

Kongreya Netewî ya Kurd, ji bo Kurdan û Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin tê dîtin. Xebatên Kongreya Netewî ku ji bo pêkhatina wê bi salan bang hat kirin, bi pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza îsal a li Amedê re da destpêkirin, bi leztir hatin meşandin. Bi pêşniyara Ocalan re, li dû konferansên li Enqere, Amed û Brukselê awir zîvirîbûn ser Hewlêrê.

Li gel PKK, PDK, YNK, BDP, PJAK û PDK ya Îranê, bi beşdariya nêzî 40 partî û organîzasyonan di 22’ê Tîrmehê de civîna amadekariya kongreyê pêk hat û ev yek ji bo lidarketina kongreyê weke gava berçav hat nirxandin.

Komîteya Amadekar a civîna xwe ya duyemîn lidar xist, ji bo kongre di nava mehekê de pêk were, dest bi amadekariyên pratîkî kir. Komîteya Amadekar der heqê civînê de agahî da ANF’ê û diyar kir ku civîn erênî derbas bûye û “Plansaziyên pratîkî destpê kirine.”

Kongreya Kurdistanê nexşeya dilnexwazan pûç dike

Derbarê Kongreya Neteweyî ya Kurd de, dîrokzanê navdar ê kurd Dr. Kemal Mezher got: ’’Bêguman hemû kurd bi kêfxweşî li benda kongreyeke wiha ne, ji ber dilnexwaz û şovenîstên dijminê kurdan hertim xwestine kurd ji hev dûrkevin, loma girêdana Kongreya Neteweyî ya Kurd, dê nexşeya dilnexwazan pûç bike.’’

Derheqê vê kongreyê de Dr. Kemal Mezher ji rojnameya Hewlêr re axifî û got: ’’Dijmin qet naxwazin ku derfetek çêbibe kurd li çarenivîsa xwe bifikirin û yekrêziya xwe pêk bînin, evna armanca yekgirtî ya dijminên kurd bû û herdem wextê xwe ji bo serkutkirina kurdan veqetandine, ji ber wê rastiyê baş dizanin ku yekbûna kurdan serkeftina kurdan e. Lewra divê kurd gelekî bi hişyarî tevbigerin.’’

Kemal Mezher wiha dibêje: ’’Bi baweriya min yek ji wan sedemên ku nexşeya dilnexwaz û dijminên kurdan pûç dike, girêdana Kongreya Neteweyî ya Kurd e, ku di vê qonaxa kurd têre derbas dibin bûye pêdiviyeke bilez bo danîna nexşeyeke stratejî ji bo paşeroja gelê me.’’

Dîrokzanê kurd Dr. Kemal Mezher girêdana vê kongreya han wek pêngaveke girîng pênase kir û got: ’’Sazkirina vê kongreyÊ di rewşa niha de ku kurd têde dijîn wek pêngaveke gelekî bi berpirsyarî dibînim bo danîna nexşe-rêyeke maqûl ji bo parastina berjewendiyên bilind ên neteweya me.’’