Parlamenterên Îslamî rêz li Ey Raqîb nagrin

Parlamenterên Îslamî rêz li Ey Raqîb nagrin

Yekemîn civîna xula nû ya Parlamentoya Kurdistanê doh pêk hat û di rûniştina yekem de hinek parlamenterên îslamî dema ku sirûda Ey Reqîb hate xwendin ranebûna ser pêyan. Ev helwesta parlamenterên îslamî bû sedema nîqaş û gengeiyan.

Parlamenterê Komeleya Îslamî ya Kurdistanê Mela Hewraman Gêcneyî derbarê vê mijarê de ji rojnamevanan re ragihand  ku sirûda Ey Reqîb ne sirûdeke niştimanî ye. Gêcneyî got “Ev sirûd li gel binemayên îslamê de hevnagire. Ji ber ku di beşekî de dibêje: “Dînê me û pêşeroja me her Kurdistane” lê dîn û pêşeroja Kurdistanê îslame. Kurdistan jî niştimanê me.

Mela Hewraman Gêcneyî her weha got “Rêkeftinek di navbera aliyên siyasî de li ser Sirûda Ey Reqîb nîne, lewra em ji ber wê sirûdê ranebûn ser pêyan”.

Her wekî Mele Hewreman, parlamenterek din yê Komel yê bi navê Soran Omer jî ji malpera Xendanê re ragihand ku ew tenê bo gyana pak ya şehîdan rabûne serpêyan ne ji bo sirûda Ey Reqîb.

Soran Omer got: “Fraksyona Komel rêz li sirûda Ey Reqîb nagrê ji ber ku ev sirûd ne ya hemû olên Kurdistanê ye, belku kufir tê de heye, em rêz li sirûdekê digrin ku sirûda hemû çîn û pêkhateyên Herêma Kurdistanê be.”

Li hember vê yekê parlamenterên Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê YNKê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Serokê lîsteya Goran ya di Parlamentoya Kurdistanê de Yûsif Mihemed jî ji bo Rûdawê axivî û got: “Parlamenterên îslamî azadin ji bo sirûda Ey Reqîb rabin yan na, lê em wek Goran ji bo sirûdê rabûn”.

Ji aliyekî din jî di dema merasîma sondê de endamê parlemanê yê YNK Ferhad Sengawî sond bi niştiman û Kerkûkê xwend, ji ber vê rexne lê hate girtin û piştre jî Sengawî sonda xwe dubare kir. Li ser mijara siruda Ey Raqîb jî Sengawî got: “Ey Reqîb beşeke ji rûmeta me ye li ser vê nîqaş û muzayede nabe.”

Serokê frakisyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mewlûd Bawemurad jî derbarê vê mijarê de got: “Sirûda Ey Reqîb niştimanî ye û em ji bo şehîdan li ber radibin”.

Ji aliyekî ve bi navê îslamê li hemî deverên Kurdistanê Kurd têne kuştin, ji aliyê dîtir ve bi navê îslamê di Parlemena Kurdistanê de dijî sirûda Kurdî û rumetê Kurdî bêrêzî bi awayekî aşkire tête nîşandan. Gelo li Kurdistanê çi rû dide?. Di bin navê demokratiyê de dîsan çîroka hezaran salan xwe dubare dike û Kurd di bin navê îslamê de dikevin nava çembera hevduxwarinê.

 

rewanbej.net