Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Tirkî fermî vebû

Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Tirkî fermî vebû

Partiya Demokrat ya Kurdistanê li Tirkiyê bi awayekî fermî vebû. Serokê Giştî yê Partiyê Mehmet Emîn Kardeş barnameya Partiya xwe radestî Wezareta Navxweyî kir. Serokê Partiyê di derbarê vekirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê de weha got; Bernameya Partiya me vekirî, zelal û yasayî ye. Emê karê xwe yê Siyasî û Demokratîk ji xwere bingeh bigrin. Me ji bo parastina mafên netewî û rewa yên Kurdan ev partî ava kir.

Serokê PDK-T yê di nêrînên xwe de diyar kir ku ev gav li Tirkî wekî mîladekê ye û weha domand: Em vê gavê di xebata netewî û siyasî ya Kurdan de wekî mîladekê dibînin. Bi sedan sale ku Kurd ji bo mafê xwe kar dikin lê cara yekemîne ku Partiyek bi navê Kurdistan tê avakirin. Em vê yekê mafê xwe yê rewa dibînin. Helbest di şert û mercên niha yên cihanê de redkirina Partiya me li Tirkiyê zehmete. Eger bête redkirin jî ev ne pirsgirêka me ye, ya dewletê ye.

Serokê PDK ya li Tirkî diyar kir ku 36 endamên avaker yê partiya wan hene û her yek ji wan mîna lehengekî/e bênav in.
Serokê Giştî yê PDK-T yê diyar kir ku dê partiya wan bi tevayî partiyeka Demokratîk be bi her awayî tund û tujiyê piştdest dikin û weha berdewam kir: Em bi tu kesî re şer nakin û tu peywendiya me bi tundiyê re jî nîne. Em tenê mafê xwe yê rewa diparêzin.

Mehmet Emîn Kardeş li ser navê Partiyê jî diyar kir ku navê partiya wan jî wekî navê PDK ya başûrê Kurdistanê ye, diyar kir ku ew dayika partiyên Kurdî ne, ciyê wan cûda ye, Kardeş diyar kir ku di navbera Kurdan de 4 sînor hatiye kişandin lê wana jî parçeyê Tirkiyê hilbijartine û got ku bêguman PDK ya başûr jî dostên wa ne û di navbeyna wan de hezkirin heye. Serokê berê yê PDK-Bakur ku wekî şaxekî PDK li Bakurê Kurdistanê dihate nasîn Sertaç Bucak diyar kir ku tu peywendiya wan bi PDK-T ê re nîne û got ku her Kurdak dikare partiyekê ava bike, Cudahî mirov bihêz dike. Ya giring ewe ku mirov bi awayekî berpirsiyar û baş kar bike.

Bucak diyar kir ku ew jî karê avakirina partiya xwe didomînin û dema bi dawî bû dê ragihînin.

jêder: Rûdaw