Partiyên Rojava serdana Muslim ya Tirkiyê erênî dibînin

Partiyên Rojava serdana Muslim ya Tirkiyê erênî dibînin

Li gor nûçeya malpera Rudaw tevî rexneyan jî, nûnerên partiyên Rojavayê Kurdistanê yên li Hewlêrê serdana serokê PYDê bo Tirkiyeyê bi erênî dibînin. Roja 26ê meha borî nûçeya firîna hevserokê PYDê Salih Muslim ji firokxaneya navdewletî ya Hewlêrê ber bi Tirkiyeyê ve bû manşêta pirraniya rojname û dezgehên ragihandinê yên Tirkiye û Herêma Kurdistanê. Berê jî gotegota rûniştina PYDê û dezgeha MITa Tirkiyeyê belav bibu. Ev civîn piştî derbasbûna çend rojan bi ser bidestxistina bajarokê Serê Kaniyê û çend navçeyên din ji aliyê YPGê ve pêkhat. Lewma çavdêrên siyasî dibînin ku dawetkirina Salih Muslim bo Tirkiyeyê pêwendiya wê ya yekser bi pevçûna YPGê û çekdarên Cebhet el Nusra ve heye.

Li gor dîtina nûnerê Silêmaniyê yê Partiya Çep a Demokrat a Kurdî, Şelal Gedo, civîna Muslim û Tirkiyeyê serketina dîplomasî ya YPGê bû. Di vî warî de ji Rûdawê re got “Serokên kurd heta demeke nêzîk didîtin ku çekên YPGê ji bo Kurdên Sûriyê bele ne û Kurd nikarin pêwendiyê bi cîhana derve re bikin, lê vê bûyerê berevajiya vê yekê teqez kir.”

Li gor daxuyaniyên ku Salih Muslim piştî civîna Stembolê dan ajansa nûçeyan ya Dicleyê, berpirsên tirk soza vekirina çend dergehên sînorî bi Rojavayê Kurdistanê re dane. Şelal Gedo vê bi şerê van çend rojên dawiyê di navbera YPGê û bereya Nusre ve girêdide û dibêje “Eger YPG nebûya, nedibû ku Tirk bangî Kurdan bikin û bêjin em ji we re dergehan vedikin. Ji ber ku îro ji pêvî YPGê hêzeke din di meydanê de nîne.”

Nûnerê Tevgera Çaksaziyê ya Kurdî li Sûriyê, Cedan Elî, çûna hevserokê PYDê bo Tirkiyeyê bi erênî dide nasîn û dibêje ku ew “berhema xwesepandin û bihêzbûna YPGê ye.” Ev yek ji hokaran e, lê Cedan çend hokarên din jî dibîne, ku Tirkiye mecbûrî vexwendina Salih Muslim kir: “Opozisyona Sûriyê ji hêz dikeve. Di bereyên şer de berbestan ji dest dide. Rejîm cihê lingê xwe li hin deveran digire.”

Cedan nîşan bi wan mebestan da ku Tirkiye dixwaze ji rûniştina bi Muslim re bidest bixîne: “Herêmên kurdî, ku dikevin ser sînorên Tirkiyeyê, di destên YPGê de ne. Lewma baştirîn bijarde ji bo Tirkiyeyê rûniştina bi PYDê re ye. Bêguman beriya salekê ev nêrîn nebû. Weke siyaset û dewlet berjewendiya Tirkiyeyê ji rûniştina bi PYDê re heye. Bi kêmanî ji bo Tirkiyeyê dostaniya PYDê ji dijminayiya wê baştir e. Ji ber ku nikare bandora wê li ser zemînê tine bike.”

Di demên borî de PYDê rexne li partiyên kurdî yên Sûriyê dikir û hinek jî wek kirêgirtiyên Tirkiyeyê dida nasîn, ji ber ku ew beşdarî civînên opozisyona Sûriyê li Tirkiyeyê dibûn. Lê piştî serdana Muslim bo Tirkiyeyê ev berevajî dibe. Vê carê partiyên kurdî rexneyê li PYDê dikin ku bi tenê ligel Tirkiyeyê dicive.

Nûnerê Hewlêrê yê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd, Memûd Mihemed, dibêje ku Kurdan li Rojava berdewam pêwîst didîtin ku divê pêwendî bi welatên derdora Rojavayê Kurdistanê re bên girêdan û gumanên wan rakin. Lê rexneyê li vê serdana serokê PYDê dike û dibêje “eger yek ji me carekê bi firokeyê di ser Tirkiyeyê re çûba Ewropayê, biraderên PYDê digotin ev bûne Erdoganî. Wiha baş e ku weke Desteya Bilin em bihevre, ligel opozisyona Sûriyê be yan ligel welatên derdorê be, em diyalogê bikin. Wezareta derve ya Tirkiyeyê dozdariya me kir ku em serdana Tirkiyeyê bikin, lê me red kir. Me got divê hûn bi navê Desteya Bilind a Kurdî dozdariya me bikin.”

Jêder Rudaw