PDK bi tûndî bersiv da daxuyaniyên PKK û PYD

PDK bi tûndî bersiv da daxuyaniyên PKK û PYD

Mekteba siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê bi daxuyaniyekê bi tundî bersiv da tometên PKK û PYD yên li dijî PDK. Di daxuyaniyê de hate gotin ku  îdîayên li dijî PDK yên derbarê mijarên Kongreya Netewî û proseya aştiyê ya li Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê de tometên bêserûbinin û red dikin.

Îro Berdevkê Mekteba Siyasiya PDK daxuyaniyek weşand û tê de got ku: Ev demeke di dezgehên ragihandinê de berpirsên baskên tundrew yên PKK û PYD li dijî Partiya Demokrata Kurdistanê tometên bê serûbin belav dikin. Bi van daxuyaniyan hewl didin serê ge tevlîhev bikin. Bi taybet mijarên Kongreya Netewî, proseya aşitiyê ya i Bakûrê Kurdistanê û Rojava de tometên têne kirin bê bingeh in.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku PDK destpêka rûdanên Sûriyê heta îro ji bo doza rewa ya Kurd li Rojava helwestekî netewî Kurdistanî û demokratîk nîşan daye. Bi her awayî piştgîriya xwe bo hevkarî û yekitiya Kurdî ya li Rojava aniye zimên.

Der barê Kongreya Netewî de jî berdevkê mekteba siyasiya PDK dibêje ku Kongreya Netewî bi eqliyeta sepandina mercên xwe û mercên pêşwext nayê saz kirin: Daxuyanî weha berdewam dike:”Kongreya Netewî mulkê hemû Kurdane û pêwîste jî nûnerên kongrê, nûnerên gelê Kurd bin neku tenê nûnerê partiyan bin. Her weha şerê ragihandinê li dijî PDK di vê demê de armanca wê têkdana yekdengiya niştimanî ye û hewldane bo dirustkirina astengiyan li pêş kongireya netewî de ye.”

Her weha di mijara proseya aşitiyê ya li Bakûrê Kurdistanê de jî di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku Partiya Demokrata Kurdistanê palpiştekî mezine bo proseya aştiyê ya li bakûrê Kurdistanê. Her di vê çarçoveyê de jî serdana serok Barzanî bo Amedê nîşana rol û pêgeha serokê Herêma Kurdistanê li Bakûr û li nava proseya aştiyê de ye.

Di daxuyaniyê de weha hatiye gotin: “Diyare aştî ziyanê dighîne baskê tundrew a di nava PKK`ê de ji bo wê jî ew hemû hewlên xwe didin ku proseya aştiyê li bakûrê biser nekeve.”

Li dawiya daxuyaniya xwe de jî mekteba siyasî behsa nameyên di navbera Serokê Herêmê û Serokê PKK`ê de dike û weha gotiye: “Nameyên navbera Serok Barzanî û Birêz Ocalan bi rêya xatun (Leyla Zana) nîşana bawerî û hevkarî û hevdengiya di navbera wan de ye û mafê tu kesî nîne ku di wê barê de biaxive û hewl bide naveroka nameyan li gor xwesteka têk bide û em jî hemû hewlên xwe xurtir dikin bo lidarxistina kongireya netewî û serkeftina proseya aştiyê li bakûr û piştevanîkirina doza rewa a Rojavayê Kurdistanê.”