PDK Tirkiyê hate damezrandin

PDK Tirkiyê hate damezrandin

Lijneya Damezrênerên Partiya Kurdistanê (PK) li Diyarbekiyê civiya. Civîna PK’ê li Diyarbekirê li saloneke şahiyan hat lidarxistin. Di civîna lijneya damezrêneran de armanca avakirin û xebatên partiyê hatin gotûbêjkirin.

Berdevkê PK’ê Mehmet Emîn Kardaş daxuyanî da rojnamevanan û got: ’’Heta niha li Tirkiyê bi navê ’Kurdistanê’ tu partiyek nehatiye avakirin. Me ev partî wek pêwistiyekê dît. Daku bi nasnameya xwe em doza xwe ya neteweyî biparêzin û siyasetê bikin, me pêwîstî bi partiyeke bi navê Kurdistanê dît.’’

Kardaş diyar kir ku bêyî ew kesî biêşînin dixwazin mafên xwe bi dest bixin û wiha axivî: ’’Xwediyê vî welat û vê axê yên rastî Kurd in. Kurd ji welat û axên din nehatine vir û bi cih nebûne. Bila me neşibînin tu kesî. Di bernameya partiya me de dê jin, ciwan û her kesê cih bigire. Dê partiya me partiyeke yek reng û yek deng be.’’

Kardaş destnîşan kir ku bi Partiya Demokrata Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) re di nav diyalogeke baş de ne û wiha pêde çû: ’Em beriya her tiştî bi wan re şirîk û hevkar in. Eger ew li ser lingê xwe bisekinin, ev me kêfxweş û bextewar dike.’’

Kardaş siyaseta BDP’ê jî rexne kir û got: ’’BDP di bin wesayetê de ye. Ne xwediyê îradeya xwe ye. Hemû biryar ji derveyî wan tên dayîn. BDP’ê heta niha negotiye ku em partiya Kurdistanê ne. Heta niha xwe wekî partiya Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Abaza û Ereban dîtine, xwe wek partiya Tirkiyê dibînin. BDP partiya pergalê ye, em partiya Kurdan in. Ji ber vê jî ferqên di navbera me de pir in.’ Kardaş da zanîn ku piştî civînê dê bi navê Partiya Kurdistanê serî li Wezareta Navxwe bidin.

Di civîna damezrandina partiyê de ligel ku navê partiyê wek Partiya Kurdistanê hat ragehandin lê li pêşberî masaya dîwanê nivîsa bi Tirkî ’’Turkiye Kurdistan Demokrat Partisi-Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiyê’ bala medyayê kişand.

Basnews