PDK û PKK’ê dest bi civînan kir

PDK û PKK’ê dest bi civînan kir

Di qada siyaseta Kurdan de navbeyna aloz hêdî hêdî ji holê radibe. Hate gotin  ku Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) civiyane û wek yekem pêngav ji ragehandinê dest pê kirine.

Li gor nûçeya BasNewsê, PDK û PKK’ê ji bo gotûbêjkirina helwêsteke hevbeş ya heta bigihin çend encamên girîng, civiyan. Rojeva serekî ya civîna aliyan Rojavayê Kurdistanê û proseya aştiyê li Tirkiyê bûne, da ku bi vê rêyê bikaribin zemînekê ji lidarxistina Kongreya Neteweyî re çêbikin.

Di vê derbarê de Nûnerê PYD’ê yê Herêma Kurdistanê Cafer Henan ji BasNewsê re got: ’’Navbera me, PDK û PKK’ê ne hewqasî xirab û aloz e ku nikaribin aolziyên navbera xwe çareser bikin. Bêguman gotûbêj û rûniştin girîng in çareserkirina aloziyan ger hebin di navbera her hêzeke siyasî de.’’

Henan tekez kir ku divê Kongreya Neteweyî ya Kurdî bê lidarxistin û wiha axifî: ’’Bi hewldana hemû aliyan em dikarin di zûtirîn dem de rojekê ji bo kongreyê destnîşan bikin. Her wiha di mijara nêzîkbûn û vê nermiya ku niha di navbera me, PDK û PKK’ê de heye wek destpêk medyayê rolekî girîng dîtiye.’’

Jêder Basnews