PDK û YNK bêyî Tevgera Goran hikûmetê pêktînin

PDK û YNK bêyî Tevgera Goran hikûmetê pêktînin

Piştî hilbijartinên li herêma Kurdistanê xebatên avakirina hikûmeta nû berdewam dikin. Dihate payîn ku hikûmetek bi koalîsyona berfereh pêk bihêt. Li gor agehiyan her wekî hikûmetên berî, ev hikûmet jî bir hevpeymaniya PDK û YNK pêk bihêt.

Biryare îro Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê pêkanîna kabîneya nû de bicive, li gor hinek çavkaniyên agahdar jî, di civînê de wê pêşniyarek were gotûbêjkirin ku PDK û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ligel aliyekî mixalefetê lê bêyî beşdarbûna Tevgera Goran hikûmetê pêk bînin.

Ligor nûçeya rojname û malpera Bas newsê, PDK di wê baweriyê de ye ku şert û mercên Tevgera Goran ên ji bo pêkanîna hikûmetê ne mercên di cihê xwe de ne û çênabe bên qebûlkirin, ji ber daxwazên Goran zêdeyî hêz û wezan wê ne, loma PDK ligel YNK wek du hevpeymanên stratejîk biryar xwe didin ligel aliyekî din ê mixalefetê hikûmetê pêkbînin û ew alî jî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye.

Ji ber tê gotin Yekgirtûya Îslamî jî gehiştiye wê baweriyê ku mixalefetbûna wê di demên borî de ew hizib kiriye duvelangê-paşkoyê Tevgera Goran, loma divê niha helwêsteke din werbigire. Li gor agahiyên Basê, 5’ê vê mehê Encûmena Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî civiya ye û bi piranî li ser wê yekê hevrabûne ku di her egerekê de beşdarî hikûmetê bibin, herwiha lijneya danûstandinê jî pêkanîne.

Di vê derbarê Endamê Serkirdayetî û Serokê Fraksyona Yekgirtûya Îslamî Mewlûd Bawe Mûrad ji Basê re got: ’’Lijneya danûstandinê bo pêkanîna hikûmetê hatiye destnîşankirin. Herwiha bi giştî em ligel hikûmeteke berfireh a koalîsyonê ne. Em dixwazin her pênc aliyên serekî tevlî hikûmetê bibin, lê belê wek merc û xwegirêdan bi aliyekî ve Yekgirtû hemû eger vekirî hiştine.’’

Her derbarê cudabûna Yekgirtûya Îslamî ji Tevgera Goran wek mixalefet, hinek çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku eger Yekgirtû bi tena serê xwe biryar bide û beşdarî hikûmeta nû bibe, dê bibe sedema cudabûna serkirdayetiya wê hizbê li Silêmaniyê.

Derheqa mijarê de çavdêrê siyasî Aso Elî wiha axifî: ’’Aliyên mixalefetê berî niha xwe wiha pêşan dane ku bêyî hev beşdarî hikûmetê nabin, loma beşdarbûna her aliyekî bi tenê rûbirûyê cezayê endam, kadro û alîgirên xwe dibe, bi taybetî ji bo Yekgirtûya Îslamî li sînorê Silêmaniyê, dibe ku ew ceza dijwartir be ku zerareke zêde dighine pêgeha wê ya cemawerî.’’

Ji aliyê xwe ve Berpirsê Peywendiyên Dîplomatîk ê Tevgera Goran Heme Tofîq Rehîm jî wiha axifî: ’’Em program û bernameyê hikûmetê ji hemû tiştekî girîngtir dibînin, dema gehişt destê me emê li ser hur bibin, nerîna xwe ya li ser bibêjin û biryara xwe bidin.’’

Jêder Bas new