Pê dengê xwe diket dilqê jinan paşê zilam tehdîd dikirin!

Pê dengê xwe diket dilqê jinan paşê zilam tehdîd dikirin!

Li gorî nûçeya Rûdawê li Kerkûkê ciwanekî xort dengê xwe wekî yê jinan dikir, piştî ku ji zilaman dîmenên tazî werdigirtin, îcar ew şantaj dikirin.

Şantajkar pêşî di telefonê de dengê xwe wekî yê jinan dikir û bi zilaman re diaxivî. Dûre ew îkna dikirin ku ew jin e. Şantajkar li ser Facebookê hesabekî sexte vekiribû da ku xwe bi wan bide bawerkirin. Piştre ji wan dixwest ku di Facebookê de bi wî re bibin heval. Piştî ku bi wî re dibûn heval, îcar dîmenên tazî ji wan dixwestin. Piştî ku wêne û dîmenên tazî bi dest dixistin şûn de, dest bi tehdîd û şantajan dikir. 

Herî dawî zilamek tehdîd kiriye gotiye: \'\'Heke tu 1300 dolarî nedî, ez ê wêneyên te yên tazî belav bikim.\'\' Ew jî neçar maye jê re 1300 dolar şandiye. Ji bilî vê şantajê ji qurbaniyekî din jî di nava rojekê de 85 kartên kontorê standiye.

Şantajkarê ciwan C.A di nava sê mehan de 14 kes kirine kemînê. Piştre ji aliyê asayîşê ve hatiye girtin.

Şantajkar C.A: \'\'Qurbaniyan ji min dîmen dixwestin, lê min digot kameraya telefona min xerabeye, yan jî min bahaneyeke din didît ji wan re nedişand.

Yek ji wan qurbaniyan xwendekar S.M: \'\'Şantajkar pêşî li min geriya, lê min bersiv nedayê. Cara duyemîn dîsa li min geriya, îcar min bersiv dayê û em pir axivîn. Ji min xwest ku ez du kamera kirê bikim jê re bişînin. Min kamera jê re şandin. Piştre pere jî ji min xwest, min pere jî dayê. Piştre min ne pere dît, ne jî kamera.

Hat ragihandin ku hêzên asayîşê di nava hefteyekê de ev kesê şantajkar tespît kirine û hildane bin çavan. Her wiha ji bo ku pênc kesên din ên şantjkar jî bên girtin, xebat dane destpêkirin.