Pênûs û Zindan

Pênûs û Zindan

Pênûs û zindan di dirêjahiya dîroka mirovahiyê da du heval hev bûne, ji hev hez nekirine, lê dawîya dawî pênûsê li dijî zindanê nivîsiye û rûyê hocreyên wê yên tarî, reştir kiriye. Hewarên azadiyê ticarî nikarin bêne fetisandin.

Li Ameda paytext du penên Kurd û Tirk li ser azadîya bîr û raman, rojnamevanên girtî, nivîskarên azadîxwaz û siyaseta dewletên totalîter li dijî azadiya ramanê li dora hev kom bûn û çend panel pêşkêş kirin. Ji min (wek sekreterê Pena Kurd) hatibû xwestin ku li ser rewşa rojnamevan û nivîskarên Kurd ên girtî li rojhilatê Kurdistanê agahîyên herî dawiyê pêşkêş bikim.
Carê dixwazim bêjim ku çalakiyek wiha ku du pen bi hev re tê de beşdar bûn, xwedî girîngiyek taybetî ye û pêngavek bû ku em zêdetir hev binasin.

Li Îranê di 35 salên derbasbûyî de nivîskar, rewşenbîr, rojnamevan, siyasetmedar û her kesê ku li dijî kar û kiryarên komara îslamî bûye, hatiye girtin, kuştin, zindanîkirin û wenda kirin. Zehra Kazimî, Setar Bêhştî, Ferzad Kemanger, Daryûş Firoher û dehan kesên din ji wan kesanin ku bi awayê dûr ji edaletê hatine îdam û teror kirin. Yanî vê rêya dijwar de çîna rewşenbîr (tevî hemû qûrbaniyên ku dane) li hemberî rejîmê serê xwe netewandine.

Îran mezintirîn girtîgeha rojnamevanên cihanê ye. Ji bona wê jî heya dawiya sala 2012an pirî caran ji hêla rêxistin û saziyên peywendîdar bi karê ragehandinê ve „Ayetulah Xamenêyî û Ehmedînejad“ wek dijminên „azadiya beyan û ragehandinê an jî mezintrîn dijminên internetê“ hatine binav kirin. Li Îranê di sala 2010an 34 kes, li 2011an 42 kes û li 2012an 45 kes ji rojnamevan û kesên xwedî malperên internetê hatine girtin, kuştin an jî wendakirin. Girtîgehên Êvîn û Recayî Şehir xwedî navekî pîs, tund û tîjîyên ku li wira li dijî girtiyên siyasî hatine kirin, hê jî berdewamin. Hocreyên yekkesî di wan zindanên reş û tarî de dikin ku hinek kes li pey bêhêzîya li hemberî şikenceyên fîzîkî û ruhî bêne ber kamîreyên TVyên komara îslamî û heta li dijî xwe jî biaxivin. Ew têne neçar kirin ku bi derew îtrafê bikin û neçar dawa lêborînê ji rêberê komarê bikin. Piştre jî ew bi vesîqeyên çend milyonî têne azad kirin. Berpirsên komarê şexsiyeta kesên li dijî xwe teror dikin. Bi awayekî ku êdî piştî azadiya ji girtîgehê jî ew kes nikarin bi rihetî di civakê de bijîn. Zextên rûhî dibine sedem ku gelek ji wan xwe bikujin. Bêkerametî, sivkatî û bi dehan şêweyên din li dijî kesekî girtî ew rêbazin yên ku berpirsên zindanên komara teror û wehşetê li dijî azadîxwaz û rojnamevanan bikar tînin.

Li rojhilatê Kurdistanê rewşa rojnamevan an jî girtîyên siyasî ji a herêmên din yên Îranê xeratire. Kesên weke Dr. Sidîq Kebûdvend, Ednan Hesenpûr, Qasim Ehmedî, Xosrû û Mesud Kurdpûr ji wan çalakvan û rojnamevanên Kurdin ku çend sale hatine girtin û di rewşa herî xerab a jiyanê de ne. Tawanên wan: weşandina kovar, rojname, mehname an jî heftenameyên bi du zimanên Kurdî û Farsî ne. Ji bona karekî wiha jî ew sûçdarin ku li dijî „emniyeta wilat propagande kirine, bêhurmetî bi rêberê dinî-siyasî yê Îranê kirine û tevlîhevî di mejiyê raya giştî û civakê“ de çêkirine. Ji xeynî wê carna girtiyên Kurd bi tawanên weke „endamtiya di nava rêxistin an jî partiyeke cudayîxwaz, belavkirina derewên dûr ji rastiyê, peywendî bi rêxistineke siyasî a îlegal re, sîxûrî bo Îsraîl û Amerîka“ jî têne sûçdar kirin.

Li Îranê rêz ji mafê ti çîneke civakê nayê girtin. Êdî binpêkirin amafê mirovan karekî rojane û normale. Kêmnetewên etnîkî û olî, kesên ku xwedî ramanên siyasî ne û li dijî sîstema desthilatdarin, bêhurmetî bi mafê zatî yê jinan, binpêkirina keramet û siyaneta insanan û hwd ew karên rojane ne ku êdî bûne parek ji xebata rayedarên komara qaşo îslamî. Tevî ku pirî caran li dijî vê siyaseta Îranê ji hêla sazî û rêxistinên navneteweyî ve îtraz hatiye kirin lê wan ti biha nedaye nerazîbûnên wiha û li pişta deriyên girtî şikence û lêdana rojnamevan û girtiyên siyasî berdewame.

Di serdema serokkomariya Xatemî de etmosfêrekî nîv azad hebû, lê bi hatina Ehmedînejad re „jiyan an jî destpêka pêvajoya reş“ li dijî rewşenbîrên Kurd û Îranî kete gerê. Kesên weke Ferzad Kemanger û Êhsan Fetahiyan hatin îdam kirin. Reva rewşenbîran ji Îranê zêdetir bû û sîstema qezayî a Îranê bi bê ber çavgirtina pirensîpên exlaqî û insanî heta iznê nade kesên nexweş jî ku bo deqeyekê jî ji hocreyên teng û tarî derkevin.
Rewşeke wiha li pey hatina Hesen Ruhanî jî berdewame û di 100 rojên destpêka desthilatdariya wî de zêdetir ji 250 kesan hatine îdam kirin. Rewşa dawî eve û hîvîdarim pênûsa we jî ji bo rûreşkirina dijminên azadî û pênûsa azad bikeve ger û xebatê.
KAKŞAR OREMAR / 23.11. 2013 AMED – BAKURÊ KURDISTANÊ