Perwîn Buldan naveroka hevdîtina bi Ocalan re vegot

Perwîn Buldan naveroka hevdîtina bi Ocalan re vegot

Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê sê sernav pêşniyar kir

Naveroka hevdîtina Ocalan ya di gel şandeya BDP’ê de aşkera bû. Di vê bareyê de perlamentera BDP’ê û di heman demî de cîgira serokê koma BDP’ê Perwîn Buldan daxuyand ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê 3 sernavên girîng pêşniyar kiriye û ev hersê nav wiha rave kir: ’Ya yekemîn; ’Guhertina qanûna Antî-terorê’, ya duyemîn; ’Avakirina komîsyonên ewlehî, jin, aborî û hûqûqê’ û ya sêyemîn jî; ’Pratîkirine.’ Her weha Ocalan ji bo şopandina rêveçûna pêvajoyê jî komîsyona şopandinê pêşniyar kiriye.

Piştî hevdîtina doh cîgira serokê koma BDP’ê ya Parlamentê Perwîn Buldan der barê hevdîtina bi Ocalan re ji ajansa Dicleyê (DÎHA) re axivî. Buldan diyar kir ku dê pêvajoya çareseriyê bi formata nû vegere muzekereyan û bal kişand li ser nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji dewletê re şandiye. Buldan destnîşan kir ku di nameyê de Ocalan guhertina TMK û TCK’ê jî hatiye xwestin û wiha aixvî: ’Divê qanûna antî-teror bê guhertin û divê di nav de ’komîsyona şopandinê’ bê avakirin. Ji bo pêvajo bi pêş bikeve, li ser sê sernavan pêşniyar hatine kirin.’

Pirsgirêka sedsalan bi pakêtan çareser nabe

Buldan aşkera kir ku Ocalan pêvajoyê weke destkeftiyek dinirxîne û got: ’Ji hêla hikûmetê ve ’Pakêta Demokrasiyê’ hat amadekirin, di vê der barê de bi birêz Ocalan re hevdîtin nehatine kirin, ji vê helwesta hikûmetê birêz Ocalan aciz e. Ocalan diyar kir ku haya wî ji amadekariya pakêtê hebûye, lê ji ber ku hikûmetê bi serê xwe ev kara kiriye nerazîbûnên xwe da nîşan. Dîsa di vê mijarê de ev tişt got, ’Di dawiyê de em behsa pirsgirêkeke bi sedan salan dikin û ev pirsgirêka bi sedan salan bi paketekî nayê çareserkirin. Lewre ez gelekî girîngî nadim vê pakêtê. Ji bo pirsgirêkên Tirkiyeyê ku hatine xitimandin vebin ev pakêt gelekî girîng e. Lê di heman demê de ev pakêt dê hemû pirsgirêka jî çareser neke.’

Buldan diyar kir ku Ocalan ji wan xwestiye ku biçin Qendîlê û nêrînên wî ji bo KCK’ê jî bibin. Buldan got ’Di demeke kurt de em ê biçin Qendîlê û ji rayedarên Qendîlê re naveroka hevdîtinê parve bikin.’

Sê sernavên giring

Buldan da zanîn ku Rêberê PKK Abdullah Ocalan bo rêveçûna pêvajoyê 3 sernavan girîng pêşniyar kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: ’Ya yekemîn; ’Guhertina qanûna Antî-terorê’, ya duyemîn; ’Avakirina komîsyonan a ku mijarên ewlehî, jin, aborî û hûqûqê di nav xwe de dibarîne’ û ya sêyemîn jî; Pratîkirine.’ Der barê sernavan de jî Buldan axivî û wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze ku girtiyên ku ji doza qirkirina siyasî hatine girtin bê berdan û rêya siyasetê ya li pêşiya rayedarên Qendîlê jî bê rakirin daxwaz dike û ji bo wê jî pêşniyara guhertina ’qanûna Antî-terorê’ dike. Di ser nava duyemîn de jî ya ’Avakirina komîsyonan’ de birêz Ocalan jixwe di hevdîtinên çûyî de qala 8 komîsyonên girîng kiribû û xwestibû ku ev bên qanûnkirin. Ji xwe di nava vê komîsyonê de pirsgirêka ewlehî, jin, aborî û huquqê heye. Di ser nava sêyemîn de jî birêz Ocalan pêşniyar dike ku wekî Komîsyona Heqîqetê, lijneyeke şopandinê bê avakirin.

Komîsyona şopandinê divê hebe

Buldan diyar kir ku ger ku xitimînek çê bibe wê komisyona şopandinê bikeve dewrê û wiha got: ’Ger ku xitimînek çêbike wê komisyona şopandinê bi nirxîne û ji bo pirsgirêk derbaz bibe nêrînên xwe ji raya giştî re parve bike. Beriya niha jî gelek caran behsa vê yekê kirbû birêz Ocalan û xwestibû ev komisyonên bivî awayî bên avakirin.’

Jêder DİHA