Pêşangeha nandewletî ya aborî li Hewlêrê bi beşdariya 110 companya vebû.

Duh 12/6, li pêşangeha navdewletî li bajarê Hewlêrê, bi beşdariya 110 kompanya ji 10 welatan û bi amadebûna wezîrê bazirganî û cîgirê parêzgarê Hewlêrê û serpereştiya pêşangeha navdewletî, duyemîn pêşangeha navdewltî taybet bi kelûpelên nav male hate vekirin û dê 4 rojan berdewam be.
Serpereştiyarê pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê Ebdula Ehmed di gongireyekî rojnamevanî de ragihand ku, bi beşdarbûna 110 kompanî ji deh welatên erebî û Ewrupî ş her weha welatên cîranên Herêma Kurdistanê tev yên Çînç û Îtaly û kompaniyên xwemalî pêşangeh hate vekirin û ev pêşangeh rojan berdewam dike û rojane ji demjimêr 4 danê êvarê ta demjimêr 10 `î şev vekiriye.
Ebdula Ehmed da zanîn ku ew pêşangehe hevkariyeke bo pêşkêşkirina kelûpelên nava male û bi qalîteyeka baş û ciwan e.
Serpereştiyarê pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê got: Hewlêrê wek paytexta geştûguzarî li nava welatên erebî îsal hate destnîşan kirin , em hêvîdarin ku vekirina vê pêşangehê hevkar bê bow ê mebestê.
Jêder:PUKMEDIA