Pêşmergeyeka Kurd, yek ji 6 kesên cîhanê yên li dijî tund û tûjîyê hate hilbijartin

Fermandar Koçer Salih Hacî weke yek ji şeş kesayetiyên cîhanî ku ji bo nehiştina tund û tîjiyê xebat kiriye hatiye destnîşan kirin.
Koçer Salih ku heşt sale li Başûrê Kurdistanê di nava hêzên Zêrevanî de pêşmergeye, di şerê bi terorîstên DAIŞ\'ê de roleke berbiçav hebûye û ev yek bûye sedem ku saziya cîhanî ya HÎWA û Sazûmana ilmî, kulturî û fêrkariyê ya netewên yekgirtî (UNESCO) yê ve ji bo ku vê mehê gotarekî pêşkêş bike bo baregaha Netewên Yegirtî li New York a Amerîkayê hatiye vexwendin.
Vê fermandara pêşmerge ragehandiye: \" gelek caran medyayên biyanî û Amerîkî ji bo veguhestina nûçeyên şerê bi terorîstên DAIŞ\'ê re dihatine nav hêzên pêşmerge û bûne şahidên berevabiya kiçe pêşmergeyan ku mil bi milê birayên pêşmerge xaka xwe diparêzin.
Koçer dibêje: \"dixwazim bi gotara xwe henû cîhan bizane ku pêşmerge çiqas bihêzin û efsaneya pêşmerge çiqas mezine.\"
Koçer Salih Hacî di sala 1990\'ê de li bajarê Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Malbata wan di sala 1975\'an de piştî têk çûna şoreşa bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî de weke penaber berê xwe dabûn welatê Îranê û li Urmiyê bi cîh bûn.
Navbirî derçûya Baccalaureus a Îlmî ya Leşkerî li Akademiya Leşkerî ya Zaxoyê qedandiye û heşt sale di nava Hêzên Zêrevanî de pêşmergeye.
Dêrsim Oremar / Hewlêr