Pêvajoya aşîtiyê dikeve astekî nû

Pêvajoya aşîtiyê dikeve astekî nû

Serokê Konseya PKK Cemil Bayik vê carê biryara PKK ya nû ji bo pêdeçûna pêvajoya aşîtiyê diyar kir.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di hevdîtina bi heyeta komisyona berhevkirina îmzeyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got: “Azadiya Serok Apo azadiya gelê Kurd e. Ev ne meseleyeke şexsekî ye. Serok Apo neteweyekê temsîl dike. Eger Serok Apo di zindanê de be miletek di zindanê de ye. Azadiya Serok Apo azadiya mirovahiyê ye.”

Heyeteke ji komîsyona berhevkirina îmzeyên a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 25 kesan pêk dihat, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat re hevdîtin pêk anî. Hevdîtin ji hela hin televizyon û rojnameyên Kurdistana Federal ve jî hat şopandin. Piştî bi xêrhatina mêvanan endamên komîsyonê armanca kampanyaya îmzeyan anîn ziman.

’AZADIYA SEROK APO AZADIYA GELÊ KURD E’

Piştre Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik axivî û diyar kir ku azadiya Ocalan azadiya gelê kurd e û got: “Karê we kiriye karekî pîroz e. Azadiya Serok Apo afirandina azadiya gelê Kurd e. Ev ne meseleyeke şexsekî ye. Serok Apo neteweyekê temsîl dike. Serok Apo ger di zindanê de be miletek di zindanê de ye. Azadiya Serok Apo azadiya mirovahiyê ye. Ji ber vê yekê, di serî de hevalên PÇDK’yî ez hemû hevalan pîroz dikim. Ji Hikûmeta Herema Kurdistanê, Parlament û gele me yê li Başûr, tevahiya partiyên medenî re spas dikim. Gelê me yê Başûr berdêlên mezin da. Di encamê de hinek destkevtî bidest xistin. Di encama berxwedanê de hinek tişt bidest xistin. Ev îmzeyên komkirin, di vê merheleyê de zor girîng e. Gelê kurd di demeke zehmet re derbas dibe. Derfetê serketinê îro mezintir in. Gelê Kurd lazim e van derfetan bi pêş bixe. Gelê kurd îro di Rojhilata Navîn de bûye hêzeke zindî. Ger yekîtiya xwe xurt bike hem ji bo xwe hem jî ji bo mirovahiyê dikare şoreşeke mezin pêk bîne. Ji ber vê kongreya neteweyî lazim e. Lazim e hemû partî bi mesuliyet tevbigerin. Pêkhatina vê kongreyê dê xizmetê ji tevahiya gelê Kurd bike. Çawa Rojhilata Navîn hestiyê piştê yê dinyayê ye, hestiyê Rojhilatê Navîn yê piştê jî Kurdistan e. Ji ber vê yekê ev  îmzeyên hatine berhev kirin, xizmetî vê yekê dike. Him xizmetê azadiya Rêber Apo hem ya gelê kurd dike.”

’EM DIXWAZIN XETIMANDINÊ JI HOLÊ RAKIN’

Bayik bibîr xist ku di Newroza 2013’yan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek nû da dest pêkirin û got ku bi piştgiriya gel re ev pêvajo hatiye heta roja îro. Bayik, axaftinên xwe bi van gotina dewam kir: “Ne tenê PKK û Bakurê Kurdistanê, hemû beşên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd bi zehmetî ev pêvajo anîn heta roja îro. Lê dewlet û hikûmeta tirk ev pêvajo xetimand. Ev rastiyek e. Serok Apo û tevgera me careke din hewl dide vê xetimandinê çareser bike. Ji bo pêvajo bimeşe em di nava karekî mezin de ne, lê hikûmet û dewlet jî bi heman hêzê hewl didin pêvajoyê bixetimînin. Ji bo vê yekê em di qonaxeke hesas de derbas dibin. Ev îmzeyê ku hatine komkirin dibe xizmetê vê yeke jî bike. Ji ber vê, dibe ku komkuirina îmzeyan xizmetî ji pêvajoyê re bike. Ez di vê baweriyê de me yê ku naxwazin Serok Apo azad bibe, pirsgirêka kurd çareser bibe dewleta tirk û hevalbendê wan dê van îmzeyan bibînin.  Dê bibînin ku têkbirina pêvajoyê ewçend hêsan nîne. Aramî pêwistiya hemû gelan e. Eger li Rojhilata Navîn aramiyê dixwazin, hingî divê Serok Apo û gelê Kurd azad bin.”

’KONGREYA NETEWEYÎ DAXWAZA GELÊ ME YE’

Bayik piştre bersiv da pirsên rojnamevanan. Li ser pirsa rojnamevanekî ya der barê kongreya neteweyî de Bayik got: “Kongreya Neteweyî daxwaziya gele me ye. Xewna gelê me ya sed sala ye. Lazim e ev kongre pêk were . Serok Apo xwest ev kongre pêk were û PKK’ê jî ji bo vê xebitî. Li Rojhilatê Navîn şerekî gewre tê meşandin. Niha Kurd ne wek bere ne. Zindî bûn û bûn hêz. Dixwazin di statuyek de bi nirxê xwe, bi nasnameya xwe azad bijî. Ji bo vê, dê statuyek nû li ser kurda durust bibe. Qedera her kesî dê bi Kurdan ve diyar bibe. Serok Apo ji bo Kurd bikaribin pirsgirêkên xwe û gelan çareser bike ev kongre pêşxist. Divê dewletên dagirker ên li Rojhilata Navîn ji kongreyê netirsin. Lazim e bixwaze ev kongre durust bibe. Wê istikrar û aramiyê bîne Rojhilata Navîn. Kurd tiştekî kesî naxwaze, çavê wan li mafê kesî, li welatê kesekî nîne. Kurd li heqê xwe xwedî derdikeve ji ber vê yeke lazim e netirsin ji Kurdan. Divê bi kurdan re dostaniyê bikin. Kurd hêza sereke ye, bêyî Kurdan kes nikare li Rojhilata Navîn berjewendiyên xwe biparêze. Kongreyê neteweyî lazim e ji bo Kurda demokrasiyeke stratejik bi pêş bixe. Pêwistiya Gelê Kurd bi vê stratejiye heye. Kurd bi vê dikarin xwe ji komkujiyan biparêzin. Derveyî vê stratejiyê tu stratejî gelê kurd naparêz e, gelê kurd azad nake.”

’DIVÊ HEMÛ BIRYARÊN KONGREYÊ BI DENGÊ HEMÛ HÊZAN BÊN QEBÛLKIRIN’

Bayik diyar kir ku ji ber vê yeke divê biryarên di kongreya neteweyî de bên girtin ne tene beşeke tevahiya kurdan eleqedar bike û ev tişt anî ziman: “Hemû hêz, hemû partî, yê ku tev li kongreya neteweyî bibe, şexs bin, partî bin, sazî bin kî di be bila bibe lazim e hemû biryarên muşterek bidin. Biryarê ku hizbek an beşek qebûl neke, divê neyê qebûlkirin. Ger wusa be ew kongre dibe kongreyeke neteweyî. Gelê kurd bi pelekî nû derdikeve pêş cîhanê.”

Bayik diyar kir ku ji bo demokratîkbûyînnê divê di kongreya neteweyî de hevserokatî bê pejirandin û dem dem ev jî were guherandin. Bayik wiha pêde çû: “Divê kongreyê de kurd lazim e ji bo xwe prensîban bi pêş bixin, stratejiyê bi pêş bixin. Bikaribe bi rûyekî teze derkeve  pêş Rojhilatê Navîn. Hingî dikare hem ji bo xwe hem jî ji bo mirovahiyê rola xwe bileyze. Nêzîkbûna me ev e.”

’DÎROKA KONGREYÊ JI BO ME NE MUHÎM E’

Bayik pirsa “Kongre çima ewqas tê paşxistin de” bi van gotina bersivand: “Hinek pirsgirêk hene. Hilbijartinê Başûr hene. Çunkî hêzên Başûr naxwazin berî hilbijartinê kongreya neteweyî çêbibe. Dibêjin eger çêbibe mumkun e ev têkeve xizmetê hinek partiyan. Ji ber vê yekê, piştî hilbijartina çêbibe baştir e. Ev nêrînek e em hurmetê vê yekê digirin. Ji bo me berî hilbijartinê piştî hilbijartinê ferq nake. Lê diyar e ku bo biraderê me yê Başûr ferq dike hesasiyet çêdike. Em vê jî hurmetê digirin. Mumkun e wek din jî hinek pirsgirêk hebin; di modêla kongreyê û hejmara delegeyan de. Lê, heta niha pirsgirêk hatin çareser kirin. Baweriya min ew e pirsgirêkên heyî jî têne çareser kirin. Çunkî dîrok, gelê me, mirovahî dixwazin kongreya neteweyî çêbibe. Kes nikare li pêşiya vê raweste.”

’EGER EZ BAŞÛR REXNE DIKIM, DIVÊ JI VÊ KÊFXWEŞ BIN’

Li ser pirsa rojnamevakî ya li ser daxuyaniyên li ser sînorê Rojava û Başûr jî Bayik wiha got: “Niha ji bo siyaseta Başûr, ji bo gelê me yê Başûr rexne û rexnedan pêwist e. Vêya zindîbûnê çêdike. Başûr îro pêwistiya xwe bi zindîbûnê heye. Min rexne kir, min dijminî nekir. Tu car jî dijminiyê nakim. Ez derketime ji bo gelê kurd xizmet dikim. Bê hudut ez dixwazim xizmetê bikim. Eger ez rexne dikim lazim e divê herkes kêfxweş bibe. Yê dost ên welatparêz rexna esas digirin. Cihê rexne rexnedayin nebe zindîbûn çênabe. Gelê kurd gelekî qehreman e. Heqê vî gelî ye ku demokrasî û azadiyê bijî. Divê hemû partî vê daxwaz bikin. Rastî ev e. Niha gelê me yê Rojava di bin zilmê de, di nava zor û zehmetiyê de şoreşek pêk dixe. Ne tenê ji bo xwe têdikoşe. Ji bo temamê Kurdistan vê dike. Rojava îro namus û şerefa Kurdan e. Ev rastiyek heqîqeteke. Îro li ser Rojava dorpêçkirinek heye wek Mahabad. Wezîfeya her beşekî kurdistan e lazim e piştgirî bidin Rojava. Ne ku tev li vê dorpêçkirinê bibin. Lazim e Başûr herî zede piştgiriyê bide. Rojava hem li Bakur hem li Başur têkoşîn kiriye û şehîd dane. Îro jî lazim e Başûr, Bakur rola xwe bileyizin. Rojava li xwe xwedî derdikeve. Heqê xwe yê xwezayî daxwaz dikin.” Bayik, anî ziman ku ewan girtina deriyê sînor û ambargo rexne kirine û bilêv kir ku ev nakeve xizmeta gelê kurd.

’ŞERTÊ WEKHEV NÎNE’

Bayik li ser hevdîtinên Îmralî jî wiha got: “Niha li hemû dinyayê dema  pirsgirêk tên çareser kirin her du alî şertê wekhevî de rûdinên. Yê ku dixwaze pirsgirêkan çareser  bike wiha tevdigerin. Li Îmralî dewlet temamê îmkana bikar tîne, li aliyê din Serok Apo bi tena serê xwe ye. Yê ku dixwaze çareseriyê, lazim e şertan wekhev bike. Siyaset jî exlaq jî vê pêwist dibîne. Dîsa pirsigêkên tenduristiyê yên Serok Apo hene. Daxwaz kir ku doxtorên serbixwe werin lê ev daxwaz pêk neanîn. Diyar e ku hinek tişt wê keşif bibin lewma tirsên wan hene. Lewra berê jehr dabûn.” Bayik anî ziman ku heya îro hikûmet û dewleta tirk rola ku ketiye ser milê wan neleyizîne û niha bi pakêtekê dixwazin gel bixabînin. Bayik bilêv kir ku armanc heya hilbijartina gel bi pakêtê sexte bixapîne.

’EMÊ BERSIVA OPERASYONAN BIDIN’

Bayik di dawiya axaftina xwe de got ku piştî vê saetê tu hêz nikare PKK têk bibe û wiha got: “PKK roja hatiye damezirandin li dij xiyanetê û teslîmiyetê hatiye damezirandin. Tu kes nikare PKK teslîm bigire. Ev rastiya PKK ye. Çand, exlaqê PKK li ser vê esasê hatiye ava kirin e. Gelê kurd di mirinê de dikare azadiya xwe çêbike. Me heya 1’ê Îlonê wext dabû dewletê tirk. Heya niha jî dewleta Tirkiye tu tişt diyar nekir. Maneya vê naxwaze pirsgirêkê çareser bike, bo vê têkbirinê esas digire. Dixwaze şer bike. Li dijî vê emê xwe biparêzin. Em gerîla radiwestînin. Eger me dît operasyonan dikin emê li dijî operasyonan jî heqê xwe parastina rewa bimeşînin. Me dît dixwazin hîn jî şer dijwar bikin emê grubê ji bakûr hatine cardin bişînin.”

PÊNÛS DÎYARÎ ZAROKAN KIRIN

Piştî hevdîtina bi komîsyonê re Cemîl Bayik û Besê Hozat, bi 11 zarokên ku ji bo azadiya Ocalan îmze kom dikirin re hatin cem hev. Bayik yek bi yek bi zarokan re eleqedar bûn û ji bo karê ku dikin ew pîroz kirin. Bayik, pênûs diyarî zarokan kir. Bayik, di sohbeta bi zarokan re de wiha got: “Niha we karekî baş kir. Ji bo azadiya Serok Apo we xizmetek baş kir. Kedek we heye. Ez sipas dikim. Lazim e hûn wesfê xwe yê neteweyî her dem pêk bînin. Ji bo hemû beşan divê hûn bikin. Em Kurdîstanî ne ji ber vê divê em ji bo temamê parçeya xizmet bikin. Dijmin me parçe parçe kiriye. Her beşek jî di nava xwe de parçe parçe kiriye. Dijminî derxistiye. Wezîfeya me em vê parçebûnê rakin yekîtiyê pêk bînin. Ev quweta gelê me derdixe. Çiqas em yekîtiyê pêş bixin dagirkerî zeîf dibe. Ev jî rakirina parçekirinê pêwist dike.”

Zarokan diyar kirin ku wan heta niha 5 hezar îmze kom kirine.

ANF