Pêvajoya nû li Îranê

Pêvajoya nû li Îranê

Berevajî çar salên berê ku muhafizekaran bi darê zorê Ehmedînejad anîn ser kursiya serokkomariyê, vê carê kuçe û kulanên bajarên Îranê ne bi xwînê belkî bi dengê şahî û xweşiyê xemlîbûn.

Derbasbûna dem û çax heta Elî Xaminêyî û derdora wî jî bi vê ratsiyê hesandibûn ku êdî „dîktator“ nikarin li Îranê xwedî temenekî dirêj bin. Ji ber wê jî vê carê hinekî li ber îrada gelên Îranê serê xwe tewandin. Ev bêdengî an jî daûrandina kîn û nifira ji „dengê demokrasîxwaziyê“ ji lerzîna kursiya wan a êqtidarê dihat. Di çend salên derbasbûyî de du-sê caran nerazîbûna xelkê dîktatorên Tehranê bi vê rastiyê hesandibûn ku êdî ti meşrûyeta komara îslamî di nava gel da nemaye. Di çavê wan de „komara wehşet û terorê“ hebû lê komara îslamî tunebû û tuneye. Xaminyê ji destê Ehmedînejad westiya bû û Ehmedînejad jî êdî demeke dirêj bû ku dizanî bi bêrazîbûna Xaminêyî ew nikare pilan û projên xwe ber bi pêşve bibe. Bi gotinek din ew jî di nava xwe de bibûne çend komên rikeber ku bi eşkerahî li dijî hev diaxivîn û kar dikin.

Êqtidara lerzok muhafizekar neçar kirin ku li rêyeke din a ji xelasiya xwe re bigerin.Vê carê meleyek ji koma wan meleyên ku mîna Refsencanî û Xaminêyî xwe wek peyrewê 100% rêbaza Xumêynî dizane, şandin qada hilbijartinan. Hesen Ruhanî di temenê 34 salên komara îslamî da xwe wek „serbazekî rêça îmam Xumêynî“ bi nav kiriye. Gelo kesekî wiha yê bikarîbe di çar salên dahatî de karekî bike ku hinekî rewşa jiyana xelkê ber bi başiyê ve biçe?

Li gor min belkî ew bikarîbe Îranê ji vê rewşa dorpêçkirî a navnetewî ber bi sistiyekê ve bibe, lê muhafizekar yê nehêlin ew di nava welat de karekî esasî encam bide. Ji daxuyanî û realsyonên wan jî rewşeke wiha eşkere ye. Di lîstina rolekî wiha de rêberê şoreşê anku Elî Xamînyê gotina yekê û dawiyê dike. Li ser gotina wî re jî ti destûr û nêrîn nayêne pejirandin û îcrakirin.

Beşdarbûna gel ya vê carê ji salên berê zêdetir bû. Sedem jî dikarin ev bin:
1. Rewşa nebaşa aborî û jiyana xelkê ya rojane dikir ku gel li rêyekê bigerin û bi awayekî nerazîbûna xwe ji siyaseta dewleta Îranê bidene xuyanîkirin. Rêya beşdarîkirina berfireh di hilbijartinan de ew rê bû ku gel bi awayekî aştiyane kîna xwe ya li dijî rewşa heyî dane xuyanîkirin.
2. Di van çend salên derbasbûyî da Îran di siyaseta xwe ya derve de gav bi gav rastî şikestên mezin hatiye. Bi awayekî ku îro di Rojhilata Navîn de piştî Sûriyê, Îranê welatê duyê ye ku ji hêla zilhêhên siyasî-aborî ve ketiye kuncikê tenêtîyê. Gel dixwaze di nava komên netewên cihanê de careke din reng û rûyê wan baştir bê dîtin.
3. Çêkirina bombên Etomî an jî hêza etomê tirseke mezin di nava gelên Rojhilata Navîn da afirandiye. Alîgirên aştiyê ji gefên rayedarên komara îslamî ditirsin ku bi karekî wiha re „şerê cihanê yê sêyemîn“ ji Îranê belavî hemû cihanê bibe. Daxwaza xelkê ya yekê ji Hesen Ruhanî ewe ku di siyaseta xwe ya derveyî de „rêya navîn“ an jî „nerm“ bikar bîne û „gemiya hejoka“ welêt bêpirsgirêk ji şepolên tofanê rizgar bike.
4. Divê rastiyek neyê ji bîr kirin ku vê carê li kêleka hilbijartinên serokkomariyê „hilbijartinên şiwira gund û bajaran“ jî hebûn. Li pênc wilayetên rojhilatê Kurdistanê piraniya xelkê ji bo karekî wiha hatibûn navendên hilbijartinê. Divê ev ratsî neyê ji bîr kirin ku êdî Kurda çi bawerî bi serokkomarên Îranê nemaye. Tevî ku vê carê Hesen Ruhanî jî mîna Mihemedriza Xatemî gelek soz û qirar dane Kurdan, lê ewê jî nikarîbe karekî esasî li Kurdistanê bike. Çimkî qedera ku bi serê Xatemî anîn, bawerim li benda Ruhanî ye jî. Dîktator yê hinek bêdeng bin, lê biryarên wan yê dîsa jî xwedî bandora xwe ya salên berê bin. Ji ber wê jî ez bawer nakim li îranê pêvajoyeke nû dest pê bike.

KAKSHAR OREMAR / 15. 05. 2013 DÜSSELDORF