Peymana Lozanê

Faruq Sakik
Qesra Uşî. Uşî li quntarê Çiyayê Alp, li welatê Swîsre ye. Ev qesra ku li kêleka Gola Lemanê yê, ji şowalyayên sedsala 13an maye. Ev avahiya ku bi sedan salan ji şervanên remza mêrxasiyê re malbendî kiriye, di salên xwe yên dawîn de, dîplomat û siyasetmedarên ku şowalyeyên xwedî şeref xistine nav fediyê jî hewandiye.
Belê, di vê qesrê de rihê şowalyeyên mêrxas û rihê netew û welatên ku di bin baniya vê avahiyê de hatine perçekirin bihevre diqîrin û li bêbextiya demên modern lanetê dikin.
Piştî îmzekirina peymanê, heyeta Tirk dema ji Qesra Uşî derdiketin, Îsmet Înonu bi kêfxweşî cigaraya xwe dikişand. Li pey xwe Kurdistanek ku hatî 4 parçekirin hiştî. Dikene…ku Kurd çawa xapandiye û çawa bi serketiye.
Di 24ê Tîrmeha 1923an de li LOZANê ev manzere hebûn.
PÊVAJOYA VÊ PEYMANÊ, BI ŞERÊ YEKEM Ê CÎHAÊ DESTPÊ DIKIR
Di Şerê Cihanê yê Yekem de du blokên mezin, Bloka Antant yanê Brîtanya, Fransa, Îtalya û Rûsya û Bloka hevpeyman yanê Almanya, Tirkiye û Awistirya, bihevketibûn.
Di encama şerê ku çar salan ajot de, Brîtanî û hevalbendên wan biserketin û împaratoriyên mezin ên wek Osmanî, Alman-Awistirya û Rûsya têk çûn û ji holê rabûn. Li ser xaka van imparatoriyên têkçûyî dewletên nû peydabûbûn.
Li Rûsya imparatoriyek nû, dewletek îdolojîk ku ji Rusyaya kevn mezintirbû derketibû holê.
Li Almanya û Awistirya jî dewletên netewî hatibûn damezrandin.
Xaka Osmanî jî ji hev belav bûbû û ji bilî Kurdan hemû netewên din ji împaratoriyê veqetiyabûn. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de komarekî hatibû sazkirin.
Lê gelek pirs û pirsgirêk hêjî di domiyan. Kurdistan di navbera Tirk, Brîtanî, Frensî û Farisan de mabû.
Di navbera Komara Tirk û cîranan wê û Brîtaniyan de jî gelek nakokî mabûn. Brîtanya li Rojhilata Navîn li pey dengeyên nûh bû. Ji bo wan an perçekirina xaka Osmanî an jî dostaniya Komara Kemalîst lazim bû. Ji ber vê yekê diveyabû ew lihev rûniştana û nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikrana.
PEYMANA SAYKES-PICOT
Di destpêka şerê cihanê ê yekê de,di sala 1916an li gor biryarên peymana Saykes-Picot dewletê Antant li ser parvekirina dewleta Osmanî li hev kirin.
Encamên vê siyasetê bûn sedemên di konferansa li San-Remo yê ya 19 û 26ê Nîsanê de, Kurdistan di navbera tirk, ingilîz û frensiyan de bê parve kirin.
Şertên wê, çend bajarên Anadoliyê ne tê de, temamê herêmên dewleta Osmanî dixist bin nifûza dewletên Antant. Di vê demê de hikûmeta Osmanî di têkîliyên navnetewî û ên hindûrî de gelekî qels bû.
Şertên peymana Sewrê gelekî elastîk hatibûn hazir kirin. Ew ji bo bazarek di dema pêş de hatibûn hazir kirin. Bi taybetî xalên derheqê pirsa kurdî bi hin egeran ve hatibûn girêdan.
Peymana Sewrê ku naveroka wê di 24ê Nîsana 1920an de di Konferansa San Remo de hatibû amadekirin di 11 Gûlana 1920an de ji bo lêkolînê şandin Hikumeta Osmaniyan.
Tirkî jî wek dewletek di şerî de şikestî, mecbûr bû ku li gor şertên dewletê Antant peymanekê imze bike.
Piştî hin nîqaşan dewleta Osmanî neçar ma ku vê Peymanê bipejirîne.
Ew peymana Sewrê di 10ê Tebaxa sala 1920 de li nêzikî Parîsê li bajaroka Sewrê di nav hikûmetên Antant û Tirkiyê de hat imze kirin.
Di vê peymana ku bêxwedî mabû de hin mafên netewî yên Kurd û Ermeniyan hatibû naskirin. Li gor Peymana Sewrê li ser xaka Împaratoriya Osmanî dewletên Kurdistan û Ermenistanê dihatin damezrandin.
Bendên Peymana Sewrê yên 62, 63 û 64an, damezrandina Kurdistaneke serbixwe destnîşan dikirin. Benda 62an Kurdistanê wiha tarîf dikir:
“Devera di navbera rojhilatê Firadê, başûrê Ermenîstanê, Tirkiyê û Sûrî, yên ku tixûbên wan wê di pêşerojê de bên diyarkirin û herêmên ku Kurd tê de piranî ne.”
Ev herem wê di destpêkê de di bin ewlekariya Brîtanya, Fransa û Îtalya de wek herêmeke xweser bimana. Benda 64an ya Peymana Sewrê jî wiha bû:
“Gelê Kurd, yanê gelê herêmê ger bi piranî daxwaz bike ku ji Tirkiyê bi tevahî veqete û serbixwe bibe û serî li Civata Gelan bixe û Civat baweriya xwe pê bîne ku kapasîta vî gelî, ya damezirandina dewleteke serbixwe heye û damezirandinê qewêtî bike, Tirkiyê garantî dide ku ji bo damezirandina vê dewletê dev ji hemû mafên xwe berde.”
Dawiya beşa vê peymanê jî wiha bû: “Ger piştî damezirandina dewleta serbixwe ya Kurdistanê, Kurdên wilayeta Musulê, ku beşek ji Kurdistanê ye, daxwaz bikin ku tevlî Kurdistanê bibin, li hember vê yekê wê hîç îtîraza hêzên hevalbend nebe.”
Li alî din piştî serkeftinên leşkerî, Kemalîstan çavê xwe berdabûn Başûrê Kurdistanê jî ku di bin dagira İngîlîzan de bû. Yanê pêdiwî hebû ku Komara Kemalîst bihata sînorkirin û ehlîkirin.
BER BI LOZANÊ VE
Ji bona têkbirina peymana Sewrê û amadekariyên konferanseke nû Tirkiyê û dewletên Antant dest bi pêwendiyên dîplomatîk ên nuh kirin.
Rewşa siyasî ya herêmê hedî hedî ber bi zelalbûnê diçû. Nakokiyên Tirkiyê û dewletên Antant kêm dibûn û înteresên wan ên dabeş ew mecbûr dikirin ku dest bi pêwendiyên dîplomatîk bikin. Li ser vî esasî Tirkiyê, İngilîz, Frensa û Îtalya dest bi guftûgoyan kirin.
Di dema konferansa Londonê ya 1921 de şertên peymana Sewrê sivik kirin.
Pirsgirêka yekê, têkbirina biryarên peymana Sewrê bûn, ango redkirina mafê Kurdan bû, ya duyem jî guhertina rejîma tengavan bû.
Kemalîstan ji nakokiyên siyasî ên navnetewî û bi taybetî jî, ji nakokiyên dewletên Antant û Sowyet’ê fêdek baş dîtin.
Di rewşa kemalîstan de jî her diçû pêşketinin mezin çêdibûn. Li Enqerê Meclîs hatibû damezirandin.
Bi vî awayî di 27ê Cotmeha sala 1922an de banga dewletên hevpeyman gihişibû Meclîsa Tirk. Di vê bangê dihat gotin ku ew, hukûmeta Enqerê veduxînin Konferansa Aştiyê ya Lozanê. Konferans wê di 13ê Mijdara 1922an de destpêbikira.
Lê heman bang ji bo Hukûmeta Stenbolê jî hatibû kirin. Hukûmeta Enqerê di 29ê Cotmehê de bersiva vê bangê da û diyarkir ku wê tevlî konferansê bibin.
Roja din jî yanê di 1ê Mijdarê de di meclisê de qanûna rakirina Saltanatê hat pejirandin û Siltanê dawîn yê Osmaniyan Vahdettin hat sirgûnkirin. Bi vî awayî li Tirkiyê hukûmeta Enqerê tenê mabû û wê heyetekî tenê biçûya Lozanê.
Meclîsa Tirk roja 18ê Cotmehê ji bo sazkirina heyeta Lozanê cîvîna yekem bi dizî lidarxistibû. Ji bo Kemalîstan naveroka vê heyetê gelek girîng bû. Lazim bû endam û serokê heyetê ji gotina Mistefa Kemal derneketa.
Li gor asta dîplomatîk ya konferansê divêyabû serokê heyetan wezîrên karê derve bûna. Wê demê wezîrê karê derve yê Tirkiyê Yusif Kemal Beg bû.
Mistefa Kemal ji koma muxalîf ya meclîsê nerazî bû û nedixwest bi emrîwaqîyekî re rûbirû bimine.
Ji ber vê yekê fermana îstîfakirina wezîrê karê derve da û ji dêlve wî ve hevalê xwe yê leşkeriyê İsmet İnönü ji bo vî karî wezîfedarkir. Bi vî awayî İsmet Paşa bûbû serdelegeyê Dewleta Tirk ya Konferansa Lozanê. Endamên heyetê jî ji alî hukûmetê ve hatibûn hilbijartin û meclîsê jî wan erêkiribû. Mistefa Kemal hîç valahî nehiştibû.
Di 4ê Mijdara sala 1922an de li Meclîsa Tirk li ser amadekariyên Peymana Lozanê rûniştin pêk dihatin. Di serî de Mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya gelek mebûsên Kurd di vê rûniştinê de, ji heyeta Tirk duxwestin ku di hevdîtinên Lozanê de ew ti carî qebûl nekin ku Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê bê veqetandin. Lewra ew xaka Kurdan e û Kurd û Tirk jî bra û xwedî heman qederê ne.
Herwiha di axaftin û nîqaşên demê de yekitiya Tirk û Kurdan jî derdiket pêş. Di termînolojiya demê ya fermî de bi hêsanî behsa Kurdan û Kurdistanê dihat kirin.
Di 16ê Çileya sala 1923an de, M. Kemal di hevpeyvîneke bi rojnamevanan re ev daxuyanî dida:
“Pirsgirêka Kurd dê qet nebe kelem li hember berjewendiyên me Tirkan. Ji ber ku wekî hûn jî pê dizanin, kesên Kurd bi awayekî wisa bicîbûne, ku ew li hin deveran bi piranî ne… li şûna fikrekî kurdîtî, ji xwe li gorî zagona me ya bingehîn, hin xumuxtariyên herêmî ewê bên sazkirin. Wê demê, gelê kîjan bajarî Kurd be, ewê xweser xwe bi rê ve bibe. Ji bilî vê, dema qala gelê Tirkiyê bête kirin, divê ew jî (Kurd jî) di nav de bêne derbirîn. Gava neyên derbirîn, divê em li bendê bin ku ewê pirsgirêkan derbixin. Niha Meclisa Mezin ya Netewa Tirkiyê (TBMM), ji nûnerên Tirkan û Kurdan pêk tê û van herdu gelan tevahiya hatin û pêşeroja xwe kirine yek. Yanî ew dizanin ku ev tiştekî hevpar e. Ne di cî de ye, ku mirov rabe tixûbekî cuda xêz bike…”
(Arşîva Damezrandina Dîroka Tirkiyê, Hejmara belgê: 1089)
Mustefa Kemal di heman demê bi vê daxwiyaniyê, peyamek jî dida Lozanê.
Heyeta Tirk ya Lozanê bi giştî ji 38 kesan pêk dihat.
Di nav 21 şêwirmendê heyetê de mebûsê Amedê Zülfî Tigrel jî hebû. Zilfî Tigrel ji alî rejimê ve ji bo Awrûpiyan wek delegê Kurdistanê hatibû nîşandan.
Qaşo delegê Kurdistanê Zilfî Tigrel, dema hevdîtin, niqaş û îmzekirinên ser mijarên ku Kurdan eleqedar dikir de nexweş diket û nedihat cihê hevdîtinan.
Heyeta Tirk ya Lozanê di 4ê Mijdara 1922an de ji Enqerê birêketibû. Rejima Kemalîst pêşeroja xwe bi serkeftina vê peymanê ve girêdabû. Ji ber vê yekê şandina heyeta Lozanê bi merasimên mezin dihat pîrozkirin. Li cîhê ku trêna heyetê derbasdibû, pêşwazîkirinên fermî an jî xwepişandan dihatin lidarxistin.
Bi vî awayî heyeta Tirk di 11ê Mijdarê de gihîştibû Lozanê.Li ser hemuyan kincêb simokîn û li serê wan jî kimên Kuvvaya Millî hebûn.Bi van kimên xwe dixwestin peyamek ku em ji çanda leşkerî têne bidin.
Polîsê Swîsrê ji bo ewlekariya heyeta Tirk tedbîrên berfireh girtibû. Lewra Tirk ji Ermenî û Rûman ditirsiyan. Li dijî rejima Kemalîst li Awrûpa bayekî cemidî hebû.
CIVÎNA DESTPÊKÊ
Konferansa Lozanê di 20ê Cotmeha1922an de dest bi civîna yekem kir. Di axaftina vekirinê de serokê Konfederasyona Swîsrê Mosyo Hab temenî û dilxwaziyên xwe ji heyetên mêvan wiha dianî ziman:
Hûn qedera welat û gelan di deste xwe de digerînin. Karê we hem giran hem jî mezin e. Koka pirsgirêkên ku hûn li pey çareseriya wan digerin, digîje sedsalên beriya me. Hêvîdarim bi saya we, wê aştî were cîhanê û bextewarî bikeve dile însanan.
Dewletên ku tevlî Konferansa Lozanê bûbûn ev bûn: Brîtanya, Fransa, İtalya, Türkiye, Yûnanîstan, Yugoslawya û Japonya. Yekitiya Sowyetê, Romanya û Bûlgaristan jî tevlî rûniştinên li ser pirsgirêka tengavan dibûn. Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî wek çavder tevlî konferansê dibû.
Heyetê dewletan di bin serokatiya wezîrên xwe yên karê derve tevlî konferansê bûbûn. Serokê heyeta Brîtanya Lord Curz on, yê Yûnanîstanê Wenîzelos, yê Tirkiyê İsmet İnönü, yê Fransa Poîncare, yê İtalya jî Musolonî bû.
Ji vana İsmet İnönü û Benitto Musolonî wê di dawiya salên 1930an de li welatê xwe rejimên dîktatorî bimeşandana.
Di konferansê de zimanên Frensî, İngîlîzî û İtalî dihat axaftin. Dewletên Rojava navê konferansê danîbûn; ’’Konferansa Lozanê ya Karên Rojhilatê.’’
Ji bo birêvebirna konfernasê biryar hatibû girtin ku dewletên eleqedar bi dorê serokatiya rûniştinan bimeşînin. Herwiha ji bo şopandina rojevê sê komîsyon hatibûn damezrandin.
Di hevdîtinan de di navbera Inonu Serokê heyeta Brîtanya Lord Curzon de nîqaşan destpêdikir.Înonu di sala 1973an de dema behsa bîranînê xwe yê wê demê dikir waha digot.
Heyeta Tirk di dema diket tengasiyê her tim ji Enqerê alîkari dixwest.Ev yek jî biriya Telgirafan pêk danî.Dîsa ev Telgirafên wan wek sikandal derbasî dîroka siyasetê bûn.
Ev hevdîtinên Lozanê 2 meh û nîv dewamkirin. Hevdîtin di pirsgirêka Kaputulasyonan de bû glok.
Hin şertên giran dabûn pêş dewleta Tirkiyê. Heyetê bê Enqere ev qebûl nedikirin.
Serokê heyeta Brîtanya Lord Curzon digot ku hûn di nav nîv saetî de îmzedikin bikin anjî ez vêder terk dikim.Û konferans terk kir çû London ê.
Piştî heyeta Tirk vegeriya Tirkiyê li Meclisê nîqaşên kûr û dirêj destpekirin.Aliyek behsa hin tawîzan dikir û aliyek jî bi israr bûn.Di dawî de bi midaxle kirina M.Kemal ev nîqaş bi dawî bûn.
Ewrûpî jî di vê demê de hin amadekariyê nû kiribûn û ji bo vê yekê dibûya heyetên terefan cardinan li Lozanê bihatina cem hevdû.
Dewletên hevpeyman, pisti navberek cardina ji bo muzekereyan gazi tirkiye kirin.Di 23 Nisana 1923an de heyeta tirkiye cara duyem çû Lozane.
Îsmet Înonu cardinan ji vê heyetê re serokatî dikir.Li gel xwe hevsera xwe jî biribû. Kincên ewropî li wan hebûn. Înonu ew kimê eskerî, derxistibû di dewsa wî de fotêlek Îngilizî dabû serê xwe.
Êdî ewê hevdîtinan demek dirêj nekişandina. Li ser her tiştî li hevkiribûn. Bi tenê îmze avêtin mabû. Û 24ê Tîrmehê wek roja îmzekirina vê peymanê hatibû destnîşan kirin.
Biryarê ku hatibûn girtin di 23ê Tîrmehê de, li Meclisa tirkiyê wek 4 zagona hatin nîqaşkirin. Di encam de li hember mixalefetê bi midaxleya Ataturk hat qebûlkirin.
Dewletên dinan jî ev peyman di sala 1924an de qebûlkirin û di 31 Adara sala 1924an jî kete meriyetê.
Bi taybet di peymana ku ewê were îmzekirin de, li ser van mijaran li hev kiri bûn.
Tirkiye, bi şertê parastina sînorên siyasî, yên niha ku mîsakî Mîllî dibêjin, pêşniyara dewletên hevpeyman qebûlkir. Li hember vê yekê jî dev ji doza Mûsilê berda. Tirk razî bûn Mûsilê bidin İngilîzan û herwiha rejîma tengavan li gor peşniyara İngilîzan hate guhertin.
Pirsgirêka nifûsa Tirk û Rûmên li Tirkiyê û Yûnanîstanê jî bi guhertin yanê bi mubadeleya nifusê hatibû çareserkirin.
Di van rûniştinên peşîn de ku 14 roj ajotibûn de pirsgirêkên sînorên Yûnanîstan û Tirkiyê yanê pirsgirêka Trakya Rojava jî hatibû axaftin û sînorê herdû dewletan hatibû tesbîtkirin.
Pirsgirêka dawîn ya tengavan bû. Ji ber ku tengavên İstenbol û Çeneqqelê serdestiyeke stratejîk dida Dewleta Tirk; Brîtanî, Frensî û Sowyetê duxwestin ji bo mafê bikaranîna van tengavan hin îmtiyazan bidest bixin.
Roja 12ê Kanûnê jî rûniştina li ser pirsgirêka Parastina Kêmnetewan destpêkiribû. Û helbet di konferansê de mijara herî tevlîhev û nakok rûniştinên li ser vê mijarê bû.
Li gor Dewletên Hevkar, li Tirkiyê kêmnetew nedihatin parastin. Serokatiya rûniştinê Lord Curzonê İngîlîz dikir û wiha digot:
Ev pirsgirêk hemû cîhana medenî eleqedar dike. Em bawerdikin ku prensîba hebûn û ewlekariya kêmnetewan prensîbeke wiha ye ku kes li dij dernayê.
Di biryara peymanê de Kurdistan hatibû dabeşkirin û bûbû 4 parçe.Dîsa dixwestin kurdan wek kêmnetewek qebûl bikin û mafên wan jî di statuya mafê kêmneteweyan de sînor bikin.
Piştî 3 mehan di 24ê Tîrmehê de li Sîwîsre li bajarê Lozanê, ev peymana ku nave xwe ji vî bajarê digire û di rûpelên dîroka siyasî de wek “Peymana Lozanê” tê binav kirin, hat îmze kirin.
Text bi frensî hatibû nivîsandin.Yek nushe bi tenê hat îmzekirin û ev jî ji aliyê Frensa ve hat helanîn.Her dewletî nusheyek dane wan. Peymana Lozanê ji 3 beşên esasî pêkdihat.
Beşa yekem, beşa esasî û ji 143 xalan pêk dihat. Beşa duyem, îlaveyê beşa esasî bûn. Beşa sêyem, ji nameyên ku di navbera dewleta Tirk û dewletên dinan pêk dihat.
VEGERA HEYETÊ
Heyeta Tirkiyê bi serfîraziyek mezin vegeriya Enqerê. Ji aliyê dewletê ve bi pêşwaziyek mezin hatin pêşwazî kirin.
Tirkiye sînorê xwe yên îro bi destxistibû. Lê di siyaseta xwe de guhertinek çênekir.Sozên ku dabûn kurdan di demek kurt de jibîr kirin.
Li Meclisê di navbera kurdan û parlementerên dinan de nîqaşan destpêkir.
Îsmet Înonuyê ku li Lozanê weha gotibû;
’’Li Lozan’ê Kurdan serî li me nedan. Heta me di axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya netewî wek ’em Kurd û Tirk’ yanê wek yek milet me parast û da qebûlkirin.’’
Paragrafa 4em ya xala 39an wiha bû:
Hemû kesên ku li Tirkiyê dijîn, di têkiliyên xwe yên bazirganî, taybetî an jî olî de an jî di civînên vekirî de gerek bi rêya çapemeniyê gerek bi hemû rêyên din kare zimanê ku duxwaze bikar bîne. Li hember vê yekê tû astengî nayê danîn.
Di civîna girtî a meclîsê de gava Îsmet paşa biryara peymana Lozanê a ku Mûsil ji Ingilîzan re dihişt xwend, mebûsên kurd li dij biryarê derketin û gotin, divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Her wiha mebûsê Betlîsê Yusuf Ziya piştî vê bûyerê di 27ê Sibata 1923an de hevpeyvînekêbi dîplomatê Sowyetî Şaxovskoy re helwesta xwe waha dianî zimên:
“Heta nûha em difikîrîn, ko kurd û tirk ew ê pirsa kurdî bi hev re di şerê li dijî dewletên emperyalîst de çareser bikin. Lê nûha, ji gava ko hikûmeta Tirkiyê razî bû Mûsilê bide ingilîzan, hemû heviyên me têk çûn.”
Herwiha Yusif Ziya, bazara tirk û ingilîzan li ser parvekirina Kurdistanê jî dianî zimên û digot :
“Ingilîzan pêşniyariyek ji tirkan anîn: bi şertê ko eger tirk li Kurdistanê otonomiyê îlan bikin, ew ê jî, ji Mûsil derkevin. Lê tirk ji bo otonomiyê nedin kurdan, Mûsil dan ingilîzan.”
Piştî ku Musûl dane Îngilîzan Şêx Mehmûd Berzancî li dijî vê yekê derket û li hember Îngilizan serîhilda. Di heman demê de balafêrên Îngilîzan dest bi bombekirina başûrê Kurdistan kirin.
Dema ku Peymana Lozanê dihat morkirin, li bakûrê Kurdistanê jî serekên Kurd lihev diçûn û dihatin. Di rojên Peymana bajarê Lozanê de, li bajarê Erziromê jî serek û rewşenbîrên Kurdan dinav xwe û Azadî de peymanek lidardixistin.
Bi vî awayî di sala 1923an de Rexistina Azadî hatibû damezrandin û amadekariyên serhildanekî mezin dihat lidarxistin. Dîplomatên kibar yên bismokîn bûbûn sedem ku li Kurdistanê pêvajoya serhildan û qetlîaman destpêbike.
Jêder ANF