Peymaneka giring di navbera Kurdistanê, Norwec û Tirkiyê de pêk hat

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di kevana îmzekirina girêbesta dabînkirina sotemenî bo santrala elektrîkê ya Dihokê de diyar kir ku berê çavkaniyên sirûştî yên enerjiya Iraqê bo wêrankirina Kurdistan û Iraqê dihat bikaranîn û wiha got: “Lê me ev rewş berovajî kir û çavkaniyên sirûştî yên enerjiyê yên welêt xist xizmeta xelkê û bo baştirkirina jiyana gel bikar anî.”
Duh (18.09.2013) li bajarê Hewlêrê, rêkeftina dabînkirina gaza sirûştî li şûna mazotê bo santrala elektrîkê ya Dihokê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketên DNO ya Norvecî û Genel Enerjî ya Tirkiyê hat îmzekirin.
Li gorî nûçeya malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasima îmzekirina rêkeftinê de serokwezîr Nêçîrvan Barzanî axaftinek pêşkêş kir û diyar kir ku berê hertim çavkaniyên sirûştî yên enerjiya Iraqê bo wêrankirina Iraq û Kurdistanê dihat bikaranîn û wiha axivî: “Lê me karî vê yekê berovajî bikin û çavkaniyên sirûştî yên welatê xwe bixin xizmeta xelkê û pê wan çavkaniyan jiyana xwe xelkê xweş bikin.”
Nêçîrvan Barzanî têkez li ser mafê destûrî yê Herêma Kurdistanê bi bikaranîna çavkaniyên sirûştî yên enerjiyê kir û wiha anî ziman: “Şîrketên ku hatine Herêma Kurdistanê dizanin ku mafê me yê destûrî di vî warî de heye”.
Serokwezîr Barzanî her wiha spasiya wezîrê enerjî yê Herêma Kurdistanê dr. Aştî Hewramî jî kir ku di warê derxistin û hinartina petrolê de gelek hewl û têkoşan daye.
Serokwezîrê Herêma Kurdsitanê her wiha eşkere kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li gorî destûra Iraqê kar dike û tu gavekî ji vê zêdetir navêje û wiha pêde çû: “Tiştên ku em dixwazin di çarçoveya destûra Iraqê ye û destûra Iraqê wî mafî dide me ku li pey mafên xwe biçin û biryarên parlamentoya xwe cî bi cî bikin. Li gorî qanûna Iraqî, her qanûnek digel qanûna Herêma Kurdistanê nakok be wê çaxê qanûna Herêma Kurdistanê tê esasgirtin û em jî vê yekê baş cî bi cî dikin.”
Wezîrê enerjiyê dr. Aştî Hewramî jî di axaftinekê de diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê girêdayî qanûn û destûra Iraqê ye û wiha got: “Hikûmeta Bexdayê nikare bi tenê li deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê kar bike, ev jî biryarekî siyasî ye”. Dr. Aştî Hewramî bang li hikûmeta Iraqê kir ku li ser vê mijarê digel Herêma Kurdistanê dest bi danûstandinan bike.
Wezîrê enerjiyê her wiha da zanîn ku wezareta enerjiyê bi qasî 2 milyon dolar sotemenî bo penaberên Sûriyê dabîn kiriye û serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî 25 milyon dolar wek alîkarî daye penaberên Sûriyê.
Tê gotin, di projeya guherîna sotemeniya santrala elektrîkê ya Dihokê ji mazotê bo gaza sirûştî de dê her sal 900 milyon dolar vegere xezîna hikûmetê.
Rudaw