Peyva ŞÎRAZ

Arîşeyekî diyar û berçav di zimanê Kurdî û gelek zimanên din jî heye, ew jî cudahî nekirine di navbera wate û ramanê de. babeta me ya îro li ser peyva (Şîraz)e, peyva Şîraz di wate û ramana xwe de temam beranberê peyva (Nezeme, نظم)ye di Arebiyê de, berê di zarê Soranî de û van salan jî di Kurmancî û zarên din ên Kurdî de jî beranberê peyva (Nezeme, نظم)yê Arebiyê, peyva (Rêk-xistin) tê bikar anîn, şayet ji aliyê wate nêzî pryva (Nezeme, نظم)yê be, lê ji aliyê ranabê ve yekangir nîne û kêmasiyekî mezin xuya dibe, peyva "Rêk" bervajê peyva "Xwar"e, anku tiştek rast û rêk be û ti xwar û xêçekî têde nebe, "rêk+xistin= rêkxistin, di vir de peyva Rêkxistin yan hinek caran weke Rêxistin jî tê gotin û nivîsandin jî! bi ti awayî beranberê peyva (Nezeme, نظم)yê Arebiyê nabe û ne durust û rast e jî, lê wekî sereta min amaje pê da ew kêm agahî û kêm hûrî û kêm kûriyê di me de hebûne û heye jî, wiha kiriye ku asta zimên û ramana zimên jî di ast û ramanekî bilind yan wekî pêwîst de nebe. ji bo zêdetir agahî û berçav ronî, jêderên ku di çavkaniyên her du zimanên Kurdî û Arebiyê (Şîraz û (Nezeme, نظم)) de hene emê berhev bikin. Kurdî --- Arebî *Şîraz.............(منظمة) *Şîraz kirin.....(تنظم) *Şîrazî............(تنظمي) *Şîraze...........(نظام) *Şîrazeyî........(نظامي) *Şîrazyar........(ناظم) *Şîrazyarî.......(ناظمي) *Şîrazdar........(منظم) *Şîrazdarî.......(منظمي) *Şîrazvan.......(مناظم) *Şîrazvanî......(مناظمي) *Şîrazinde......(استنظام) *Şîrazindeyî....(استنظامي) û.... giring e û pêwîst e ku beranberê peyva (Nezeme, نظم) û.... yan bi Înglîzî (organ, organîze, organizer û organization) û...., peyva Şîraz û jêderên ku ji çavkaniya wê saz bûne bên bikaranîn û nivîsadin neku peyva bi hev re girêdayî ya "rêkxistin yan rêxistin"ê. têbînî: peyva (Şîraz) peyvekî taybet û kevnar e, bi giştî tê bikar anîn. bi taybet di zarê Soranî de.