Peyva Wer di zimên de

Peyva Wer di zimên de

Peyva Wer di zimên de

Di vir de mebesta me li peyva (Wer)ê ewe ku rola ekis yan jî bervajî dibîne.
Wer yek ji wan peyvan e ku kane bibe jêder û bingehsaziya gelek wate û peyvên din, bêguman gelek peyv jê saz bûne û min jî hinekan pêşniyaz kirine wek:

-Wergerîn: arebî: qulib yan qulibandin
-Wergirtin: arebî: îstlam kirin
-Werîn: bi arebî: ekis kirin yan berwajî kirin
-Wervên: înglîzî: photo copy
-Wergon: înglîzî: scan
-Wernûs: tercumeya tenê nivîs û tîpan
-Werbêj: tercumeya bêjîn û axaftinan
-Werzar: tercumeya zar û zimên 
-Werdeng: doblaj 
-Weral: guhertina pereyan 
-Werişt: dan û standin 
-Were: were
û...
di Soranî û Kurmancî de bo peyva (terceme yan tercume) ya Arebî peyva (werger yan wergerîn) bikartînin, di rastî de wer+gerîn= qulib yan qulibandin e, terceme wate û ramanekî cuda ye, ku di zimanê me ya Kurdî peyva Wer heye û her wiha gelek curên tercume jî hene, madem ew gencîne heye çima em hemû curên tercumeyan ji peyva Wer saz nekin? ku şahkarekî wiha bawer nakim di ti zimanekî din de hebe, mînak di Arebî de dibêjin:
-terceme herfiye
-terceme sewtiye
-terceme luxewiye 
û....
her wiha peyva (wer-e) jî bo ekisê (her-e) hatiye bikar anîn, eger em çavkaniya (hatin)ê binêrin gerek bû bo fermaniya hatinê (bihê) kara be ku hin caran (bihê jî dibe Bê) ne ku Were, lê em dibînin peyva Were zêdetir kara ye ne peyva Bê. 

lê di Kurdî de ku peyva rengîn û zengîn a Wer heye, em dikanin li dewsa peyvên şaş û biyanî, xemlpeyv û watepeyvên şahkar biafirînin wek:
-wernûs
-werbêj
-werzar
-werdeng
û... 
helbet vaye wek mînak tînim zimên, her wate û peyvên din ku hemwateya ekis kirinê be zimannas kanin sûd ji peyva Wer'ê werbigirin û bingehekî din di zimên de bê avakirin.
hinek peyv hene kanin roleka mezin bilîzin di zimên de, hêvîdar im ev babet jî wê cihê xwe bigire û zimanê Kurd jî tijî bibe ji vê kêmasiyê.