Pirtûka Devliken Kelogirî bi navê ”Xweşzûgotinokîzm” ji weşanxaneya J&J yê derket

Pirtûka Devliken Kelogirî bi navê ”Xweşzûgotinokîzm” ji weşanxaneya J&J yê derket

Pirtûka Devliken Kelogirî piştî amadekarî û kedeke demdirêj di weşanxaneya J&J de, bi arîkariya malpera Rewanbej.net derket.

Xweşzûgotinokîzm çi ye?
Xweşzûgotinokîzm, ahenk û estetîk û hunera kurdî ye.
Xweşzûgotinokîzm ji zûgotinokan pêk tê ku di her zimanî de zûgotinok hêz û xurtbûna wî zimanî kifş dikin.
Bi Xweşzûgotinokîzmê zimanê wê yê bibe bask û we bifirîne.
Ji bo bilêvkirin-telafûz û derblêdana zimên, Xweşzûgotinokîzm derman e.
Bi Xweşzûgotinokîzmê him kêf bikin-şa bibin, him jî pê axaftina xwe zelaltir bikin.
Ji her kesî re,
ji her bêrîkê re,
ji her malê re Xweşzûgotinokîzmek divê.
Xweşzûgotinokîzm li xweşgotina kurdî pîroz be!