Piştî xistina firoka Sûrî ji Rûsya daxuyaniyeka tûj

Piştî xistina firoka Sûrî ji Rûsya daxuyaniyeka tûj


Piştî xistina firoka şer ya Sûrî ji aliyê hêzên Emerîka ve Rûsya helwesta xwe aşkere kir û daxuyaniyeka tûj da.

Di rojên bihurî de li devera Raqqayê firokeke şer ya Sûrî ji aliyê hêzên Emerîkî ve hatibû xistin.

Piştî vê bûyerê îro ji aliyê wezîrê derve yê Rûsya daxuyaniyek hate dayin û di vê daxuyaniyê de hişyarî bo Emerîka hebû.

Wezareta derve ya Rûsya got; \"Li hemî deverên hêzên me lê heyî her tiştekê li asîman bifire dê bo me bibe armanc û em dê bixin.\"

Rûsya herweha peymana navbeyna xwe û Emerîka ya ji bo li hewa rasthatin û lihevketin çênebe pêk hatî jî bêkêr hişt.

Li Sûrî, taybet bi tevgera Raqqayê ve nakokiyên Rûsya û Emerîka her diçin kur dibin.